Print this page

Hevşaredar beşdarî meşa Roja Bajarê Bê Wesayît bûn

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Hefteya Tevgerînê ya Ewropayê de, beşdarî meşa "Roja Bajarê Bê Wesayît" bûn. Di meşê de, Hevşaredar Serra Bucak bang kir ku ji bo kêmkirina berdana karbonê û jiyaneke ekolojîk hişmendî civakî bê zêdekirin.

Meş, bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin, Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê (DTSO), Navendên Agahdariyê yên Yekîtiya Ewropayê û Klûba Bisîklet û Sporên Xwezayê ya Dîcle, ji bo ku di warê jiyaneke tendurist û veguhastina domdar de hişmendiyê ava bikin, hate lidarxistin.

Hevşaredarên bajar û navçeyan beşdar bûn

Meşa ku ji ber Mizgefta Nebî ya li navçeya Sûrê dest pê kir, gelek rayedar beşdarî bûn. Di nav wan de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatûn, Hevşaredarên Sûrê Gulan Fatma Onkol û Adnan Orhan, Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Ergûn, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Serdar Bakiroglu, ligel serokên daîreyan û gelek welatî hebûn.

Peyama Hevşaredar Bucak: Pêwîst e em hişmendiyê zêde bikin

Berî ku meş dest pê bike, Hevşaredar Bucak beşdar silav kirin û destnîşan kir ku li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakiyên bi vî rengî tên lidarxistin. Bucakê anî ziman ku ev çalakî ji bo kêmkirina berdana karbonê û avakirina jîngeheke ekolojîk pêk tên. Bucak bal kişand ser yekbûna hemû dînamîkên bajêr û got:

"Bê guman ji bo meşînê, ajotina bisîkletê û bikaranîna zêdetir a veguhastina giştî, pêwîst e em hişmendiyekê çêkin da ku em karibin berdana karbonê û qirêjiya jîngehê ji holê rakin. Wek rêveberiyên herêmî, hemû xebatên me yên di warê guherîna avhewayê û berdana karbonê de dê bidomin."

Piştî axaftinê, Hevşaredar û beşdaran meşa "Roja Bajarê Bê Wesayît" ji Mizgefta Nebî heta ber Minareya Çarling pêk anîn.

 

Image Gallery