Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî Civîna Encumenê ya Asayî ya Dem 2 ya GABB’ê bûn.
Civîna Encumenê ya Asayî ya Dem 2 (Îlon) ya Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GABB) li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat. Di civînê de, Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokên GABB’ê Neslihan Şedal û Siraç Çelik ligel hevşaredar û serokên şaredariyên endam beşdar bûn.
Di civînê de, 14 babetên di rojevê de yek bi yek hatin xwendin û pêşkêşî dengdana endamên encumenê hatin kirin.
Di dawiya civînê de, Hevseroka GABB’ê Neslihan Şedal axivî û got, divê hemû şaredariyên ku qeyûm lê hatine danîn, di zûtirîn demê de vegerin xwediyên xwe. Şedal bal kişand ser girîngiya xebata hevpar û piştgiriyê û wiha got:
"GABB, yekîtiyeke ku şaredariyên ji partiyên cuda bi hişmendiyeke hevpar hatine cem hev. Ji bo ku peywir û berpirsiyariyên xwe bînin bîra xwe û veguherînin xebatên berbiçav, ez bangî hemû hevşaredarên şaredariyan dikim ku di vê mijarê de hestiyar bin."