Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di tevahiya havînê de bi zêdekirina plansazîya hilberînê, pêdiviya avê ya bajêr bê navber dabîn kir û di meha Tebaxê de bi 10 milyon metrekûp re rekora hilberîna mehane ya ava vexwarinê şikand.
Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), di tevahiya mehên havînê de hilberîna avê bi awayekî plansazî zêde kir û pêdiviya bajêr pêk anî. Di havîna 2025an de, hilberîna ava vexwarinê gihişt 37,8 milyon metrekûpî. Di meha Tebaxê de jî hilberîn derket 10 milyon metrekûp, û bi vî awayî rekora herî bilind a hilberîna mehane ya ava vexwarinê ya bajêr şikand.
Bersivdana plansazî li hemberî daxwaza zêde
Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê, ji bo pêkanîna daxwaza ava vexwarinê ya ku bi zêdebûna nifûsê re bilind dibe, bi lez kargeha paqijkirinê ya pakêtî ya li Şilbê xist dewrê. Li navenda bajêr bi bîrên sondajê yên nû, çavkaniyên avê hatin zêdekirin û xeta avê hat xurtkirin. Bi rêveberiya pestoyê û debiyê ya bi piştgiriya SCADA'yê, di demên herî girîng de hevsengî hat çêkirin, bi lênihêrîna pêşîgirtinê re metirsiya xerabûnê hat kêmkirin û astên depoyê di demên diyarkirî de hatin bilindkirin da ku pestoya avê domdar bimîne. Bi van tedbîran, di tevahiya heyama havînê de birîna avê pêk nehat.
'Me metirsî kêm kirin, me av qut nekir'
Derbarê mijarê de Midûrê Giştî yê DÎSKÎ Mehmet Şerîfoglu got, "Amed mezin dibe û pêdiviya avê zêde dibe. Ava me ne bê sînor e. Ji ber vê yekê, em li ser du xalan dixebitin: yek jê zêdekirina kapasîteya hilberîna ava vexwarinê ye, a din jî bi welatiyan re xurtkirina teserûfê ye. Me bi lez kargeha paqijkirinê ya pakêtî ya li Şilbê xist dewrê, bi bîrên nû re me kapasîteya xwe ya hilberînê zêde kir. Bi rêveberiya pestoyê û debiyê ya bi piştgiriya SCADA'yê re, me di demên herî girîng de şebekeyê hevseng kir, bi lênihêrîna pêşîgirtinê û amûrên yedek re me metirsî kêm kirin. Xizmetkirina me ya bênavber di tevahiya heyama havînê de nîşanek zelal e ku em ji bo pêşkêşkirina xizmeteke avê ya wekhev, gihîştîner û ewle bi biryar in."