Print this page

Bandorên psîkolojîk ên afetan li ser welatî û civakê hatin gotûbêjkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya “Projeya Xurtkirina Kapasîteya Herêmî ya di Rêveberiya Rîska Afetan de” de, semînerek li ser bandorên psîkolojîk ên afetên xwezayî û civakî yên li ser welatî û civakê li dar xist.

Midûriyeta Karên Afetan bi hevkariya Komeleya Pêşî Zarok re, di navbera 22 û 23’yê Îlonê de, di çarçoveya "Projeya Xurtkirina Kapasîteya Herêmî ya di Rêveberiya Rîska Afetan de" de, li Salona Civînê ya Meclîsê, semînereke perwerdeyê pêk anî. Projeya ku armanca wê zêdekirina berxwedanî ya li hemberî afetan e, bi tevlêbûna rêveberiyên herêmî, saziyên giştî û rêxistinên civaka sivîl hat lidarxistin. Di çarçoveya projeyê de, ji piştgiriya psîkososyal a piştî afetan heta prensîbên parastina zarokan, gelek mijar hatin destgirtin.

Hişmendî hat afirandin

Di semînera ku bandorên psîkolojîk ên karesat û afetan ên li ser kesan û civakê hatin gotûbêjkirin de; trawma civakî û mekanîzmayên berxwedanê hatin nîqaşkirin. Di perwerdehiya ku ji aliyê Psîkiyatrîst Azad Gunderci ve hat pêşkêşkirin de; mijarên wekî alîkariya pêşîn a psîkolojîk, nexweşiyên psîkiyatrîk ên piştî afetan çêdibin û nexweşiyên stresê, depresyon û anksiyete yên ku piştî bûyerên trawmatîk ên wekî erdhejê gelek caran çêdibin, hatin gotûbêjkirin.

Di semînerê de metirsiyên psîkososyal, fîzîkî û perwerdehiyê yên komên hestiyar ên wekî zarok, kal û pîr, astengdar û koçberan ên piştî afetan rû bi rû dimînin, hatin nirxandin.

Her wiha pêşkêşî li ser sepandinên piştgiriya psîkososyal û teknîkên midaxelekirinê, sepanên meydanî û prensîbên hesasiyeta çandî hatin kirin. Di semînerê de ji bo krîzê rêbazên piştgiriya psîkolojîk a bingehîn a ku dikare were sepandin, hatin danasîn.

Di semînerê de, li ser hişmendiya afetan, rêbazên midaxeleya bi nêrîna li ser bingehê mafan û xebatên bi komên xeternak re yên piştî afetan jî pêşkêşî hatin kirin.

 

Image Gallery