Print this page

Foruma Avê ya Mezopotamyayê li Amedê tê lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û rêxistinên civaka sivîl, dê di navbera 17-19ê Cotmehê de, 2. Foruma Avê ya Mezopotamyayê li dar bixin.

Amed dê mazûvaniya duyemîn Foruma Avê ya Mezopotamyayê bike, ya yekem di sala 2019an de li Silêmaniyê hatibû lidarxistin. Forum, ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin, tevgerên ekolojiyê û rêxistinên civaka sivîl ve hatî vexwendin, dê di navbera 17-19ê Cotmehê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê were lidarxistin.

Hewzayên avê dê bên gotûbêjkirin

Forum, ku bi organîzekirina Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî ya Şaredariya Bajarê Mezin tê lidarxistin, dê pirsgirêkên avê û yên têkildarî avê yên di Hewzaya Mezopotamyayê de, bi nêrîneke yekgirtî li ser bingehê taybetmendiyên Dîcle û Firatê ku jiyanê didin hewzayê û Gola Wanê, gotûbêj bike.

Polîtîkaya avê

Foruma Ava Mezopotamyayê, ku polîtîkaya avê ya li ser prensîbên azadiya jiyanê, hevsengiya ekosîsteman û dadmendiya ekolojîk qebûl dike, di bingeha vê nêrînê de armanc dike ku av ji amûreke serdestî û desthilatdariyê bibe hêmaneke damezrîner a hevgirtin û aştiyê. Forum tekez dike ku di Mezopotamyayê de, hebûnên avê ne tenê çavkaniyên fizîkî ne, di heman demê de hebûnên jiyanî ne ku bîra dîrokî, cihêrengiya çandî û awayên jiyanê yên hevgirtî yên gelan digirin.

Beşdariya ji welatên cuda

Ji 100î zêdetir nûnerên rêxistinên civaka sivîl, çalakvan, lêkolîner, rojnamevan û nûnerên civakên herêmî yên ji Tirkiye, Ewropa, Îran, Iraq û Sûriyeyê ku ji bo mafên avê têdikoşin, dê beşdarî forumê bibin, ku armanca wê polîtîkaya avê ya li ser prensîbên hevsengiya ekosîsteman û dadmendiya ekolojîk e.

 

Image Gallery