Kursên tamîrkirina klîma, kombî û mobîlyayan ji nû ve dest pê dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwazên jinan, perwerdehiyên ji bo parastina klîmayê, tamîrkirina kombî û petekan, her wiha sazkirin û tamîrkirina mobîlyayan ji nû ve dide destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo jin di jiyana xwe ya rojane de serbixwe bibin û di qada pîşeyî de xurtir bibin, kursên xwe yên ku piştgiriyê didin wekheviya zayendî didomîne.

Serlêdan heta 2'ê Cotmehê ne

Li ser daxwazên jinan, kursên tamîrkirina klîma, kombî û petekan û sazkirin û tamîrkirina mobîlyayan ji nû ve hatin vekirin. Kesên ku bixwazin beşdarî kursan bibin, dikarin di navbera 25'ê Îlonê û 2'ê Cotmehê de qeydên xwe çêbikin. Ji bo perwerdehiyên ku kontenjanên wan bi sînor in, serlêdan; dê bi rêya navendên jinan ên Qûçka, Koşuyolu, Lalebey, Yenîkoy û Ben û Sen û her wiha bi rêya Navenda Piştevanî ya DÎKASUM'ê bên kirin.

Kesên ku dixwazin derbarê serlêdanan de agahiyên berfireh bistînin, dikarin bi rêya hejmara 0412 228 43 84 agahiyan bistînin.

 

Image Gallery