Print this page

Hevşaredar Hatun, li Barselonayê bi hunermendan re civiya

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, ji bo beşdarbûna Lûtkeya Çandê ya Teşkîlata Cîhanî ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî yên Yekbûyî (UCLG) çû bajarê Barselonayê yê Spanyayê.

Berî lûtkeyê ku dê di navbera 26-28'ê Îlonê de bê lidarxistin, Hevserok Hatun bi hunermend Ganî Mirza re ku 32 sal in li Barselonayê dijî û bi resamê navdar Loqman Ehmed re ku di berhemên xwe de li ser bûyerên çandî, mîtolojîk, dîrokî û rojane yên Kurdan disekine, civiya.

Hevserok Hatun bi hunermend Mîrza û resam Ehmed re li ser xebatên wan gotûbêj kirin.

 

Image Gallery