Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xwendekarên bi sendroma down, otîzm, û seqetiyên zihnî û fîzîkî yên ku ji Malên Bêhnvedanê sûd werdigirin, bernameya terapiya bi hespan (Hipo Terapi) da destpêkirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Kesên Astengdar û Kal û Pîran, vê xebatê dide meşandin da ku jiyana welatiyên astengdar hêsantir bike û têkiliya wan a bi civakê re xurt bike. Di çarçoveya vê yekê de, xwendekarên astengdar bi servîsê ji Malên Bêhnvedanê hatin girtin û li gel mamosteyên pispor siwarî hespan hatin kirin. Di dema çalakiyê de, zarokan bi heyecan gêzer dan hespan ku bixwin.
Armanca rêbaza terapiya bi hespan
Armanca sereke ya vê bernameyê, ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Kesên Astengdar ve tê birêvebirin, ev e ku piştgiriyê bide pêşveçûna fîzîkî, zihnî û hestyarî ya kesên astengdar. Her wiha tê xwestin ku hevsengî, koordînasyon, hêza masûlkeyan û xwebaweriya zarokan zêde bibe, û girêdana wan a bi ajalan re xurt bibe.
Her hefte roja çarşemê
Sait Turk, ji Midûriyeta Şaxa Kesên Astengdar, diyar kir ku li gorî protokola bi Klûba Jokeyê û Hîpodroma Diyarbekirê re hatiye çêkirin, bernameya terapiya hespan dê her hefte roja Çarşemê bê lidarxistin.
Turk anî ziman ku terapiya hespan li seranserê cîhanê wekî xebateke ku tevkariyeke erênî li girêdana hestyarî ya zarokan bi ajalan re û li kontrolkirina tevgerên wan dike, tê pejirandin.
Turk got, "Em ê wekî şaredarî li gel vê xebatê, xebatên din jî bidomînin û hewl bidin ku çalakiyan cur bi cur bikin da ku em piştgiriyê bidin pêşveçûna hemû xwendekarên xwe."
Â
Â