Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin û Muftîtiya Bajêr, li Mizgefta Mezin bi daxuyaniyeke hevpar bang li hemû civakê kirin ku avê biparêzin û li dijî îsrafê rawestin. Rêveberan tekez kirin ku parastina avê ne tenê meseleyeke teknîkî, lê di heman demê de pirseke exlaqî û dînî ye.
Di daxuyaniya ku Midûrê Giştî yê DÎSKÎ'yê Mehmet Şerîfoglu û Muftiyê Bajêr Celal Buyuk tê de amade bûn, hate ragihandin ku ji bo parastina çavkaniyên avê, tenê veberhênanên teknîkî têrê nakin, lê pêwîstî bi hişmendî û berpirsyariya civakî heye.
Perwerde hem ji bo zarokan hem ji bo mezinan
DÎSKÎyê diyar kir ku ew bi Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî re ji bo xwendekarên seretayî "Bernameya Balyozên Avê" dimeşîne, da ku hişmendiya avê ji zarokatiyê de ava bibe.
Di heman demê de, bi hevkariya Muftîtiyê, di mizgeftan de di xutbe û weazan de ji bo mezinan tê gotin ku av emaneteke pîroz e û îsrafkirina wê heram e.
Av qedera nifşên pêşerojê ye
Muftî Celal Buyuk anî ziman ku bikaranîna avê ji pêwîstî zêdetir an jî ji bo armancên ne rast, binpêkirina mafê giştî û mafê nifşên pêşerojê ye. Buyuk bang li her kesî kir ku di bikaranîna avê de hestiyar tevbigere, ji ber ku ev berpirsyarî hem dînî hem jî exlaqî ye.
Herweha Midûrê Giştî Şerîfoglu got, "Av ne tenê çavkaniyek e, ew mîrateyek hevpar e ku divê em wê ji nifşên pêşerojê re wekî emaneteke pîroz bihêlin."