Print this page

Hevşaredar Hatun tevlî çalakiya "Agora Civica" ya li Barcelonayê bû

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, tevlî çalakiya bi navê "Agora Civica" bû ku li Barcelonaya Spanyayê, li cihê ku dê Lûtkeya Çandê ya 6em a Rêxistina Cîhanî ya Bajar û Rêveberiyên Herêmî (UCLG) lê bê lidarxistin, hatibû organîzekirin.

Di çalakiyê de, li gel Hevşaredar Hatun, Hevşaredara Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevşaredarê Şaredariya Rezanê Siraç Çelîk, û Seroka Daîreya Karên Çand û Civakî Zeynep Yaş jî cih girtin.

Di çalakiya "Agora Civica" de, mijarên girîng ên wekî mafên çandî, aştî û polîtîkayên çandî yên herêmî hatin gotûbêjkirin.

 

Image Gallery