Festîvala FîlmAmedê bi beşdariya Hevşaredar Bucak vebû

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî vekirina 9emîn Festîvala Fîlman a Belgefîlman a FîlmAmedê bû.

Festîvala ku bi hevkariya Şaredariya Kayapinar û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn (OSAD) hate lidarxistin, li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê bi merasîmekê dest pê kir.

Di vekirina festîvalê de gelek kesayetên siyasî û rêvebirên herêmî amade bûn, di nav de:

•Hevberdevkên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin: Demet Ceylan û Ayhan Karatekin

•Endamên Meclîsê: Berfin Ay, Canan Efe Şahin û Abdülselam Înceoren

•Parlamentera Partiya DEMê: Saliha Aydeniz

•Hevşaredarên Şaredariya Kayapinarê: Berivan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, her wiha hevşaredarên din ên navçeyan û gelek welatî.

Piştî axaftinan û pêşwazîkirinê, hunermend Mehmet Atli konserek da. Paşê, fîlma Jinwar hate nîşandan, bi vê yekê jî festîvala ku dê çend rojan bidome, bi fermî dest pê kir.

 

Image Gallery