Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî sepana 'Taksiya Civakî', niha jî di pêvajoya tedawiyê de piştgiriya psîkolojîk dide nexweşên penceşêrê.
Li Navenda Jiyana Hevpar a Sumerparkê xizmet
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, bi dirûşma "Jiyana Hevpar a Gihîştî" dê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ji bo nexweşên penceşêrê piştgiriya psîkolojîk bide.
Xizmeta piştgiriya psîkolojîk a ku dê di bin rêveberiya Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Kêm û Kronîk de bê dayîn, dê ji bo nexweşên ku tedawiya kemoterapî û radyoterapî digirin, belaş be.
Nexweşên ku dixwazin piştgiriya psîkolojîk bistînin, dikarin bi rêya xeta Alo 153 randevûyê çêbikin.
Armanc: Bilindkirina qalîteya jiyanê
Gerînendeya Şaxa Nexweşiyên Kêm û Kronîk a Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran Sevda Erdem Ateş, der barê projeyê de agahî da û anî ziman ku wan xizmeta piştgiriya psîkolojîk li xizmetên xwe yên ji bo nexweşên onkolojiyê zêde kirine. Ateş destnîşan kir ku armanca wan ew e ku qalîteya jiyana hem nexweşan hem jî malbatên wan bilind bikin.
Ateş wiha got: "Zêdetirî salekê ye ku em xizmeta Taksiya Civakî didin nexweşên onkolojiyê. Di lêkolînan de hat dîtin ku asta stres û fikaran di nexweşên kemoterapî û radyoterapî digirin de bilind e. Li gel xebata Taksiya Civakî, em bi dayîna piştgiriya psîkolojîk û terapîyên komê ji nexweşên kemoterapî û radyoterapî digirin re, armanc dikin ku qalîteya jiyana wan û ya malbatên wan bilind bikin."
"Pêwîst e nexweş moraldar be"
Serokê Komeleya Têkoşîna li Dijî Penceşêrê ya Jiyana Nû ya Amedê Şukru Abay jî anî ziman ku 10 sal in li bajêr fealiyetê dimeşînin û niha 1500 nexweşên penceşêrê di komeleya wan de qeydkirî ne û hemû jî ji malbatên kêmderfet in.
Abay bal kişand ser girîngiya piştgiriya nû û got: "Berî her tiştî divê nexweşê penceşêrê bi moral be. Pêwîst e ji aliyê psîkolojîk ve têr be."
Wî her wiha kêfxweşiya xwe ji sepana Taksiya Civakî û piştgiriya psîkolojîk anî ziman û wiha axivî: "Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li vir xizmeteke din pêşkêş dike. Ev xizmet jî piştgiriya psîkolojîk e. Bi rêveberiya psîkologekî pispor, ji îro pê ve ji nexweşên penceşêrê yên ku tengasiyên psîkolojîk dijîn re dê ev xizmet bê dayîn. Bi rastî ji bo me xizmeteke pir mezin e. Ji ber vê yekê em wekî nexweşên penceşêrê ji Şaredariya Bajarê Mezin re gelekî spas dikin."