Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Bulvara Elezîzê ya di navbera Meydana Deriyê Çiyê û Şaredariyê de, her wiha li Kolana Qibrisê karê asfaltkirinê da destpêkirin.
Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesazî û Lênihêrîna Rêyan, kar û xebatên başkirina binesaziya veguhastinê li seranserê bajêr didomîne. Di vê çarçoveyê de, tîmên ku li Kolana Qibrisê ya 300 metreyî û Bulvara Elezîzê ya 500 metreyî ya di navbera Meydana Deriyê Çiyê û Şaredariyê de dest bi kar kirin, pêşî asfalta ku bi demê re xirab bûye rakirin. Piştî wê, tîman dest bi dakirina asfalta germ li her du kolanan kirin û wê 2 hezar û 500 ton asfalta germ li van her du kolanan raxînin.
Her wisa tîm peyarêyên (trotuar) xirabûyî jî tamîr dikin da ku rê bedewtir xuya bibe.
Piştî ku tîm karên li vir biqedînin, dê dest bi raxistina asfalta germ li Kolana 1emîn û Kolana 2emîn a TOKÎya Setrantepê ya li navçeya Yenîşehirê bikin.
Şaredariya Bajarê Mezin dê kar û xebatên xwe yên asfaltkirinê li seranserê bajêr bidomîne û bi vî awayî welatî dê bikaribin rêyên hîn rehettir û konfortir bi kar bînin.