Perwerdeya perwerdekarên tenduristiya jinan qediya

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bernameya Perwerdeya Perwerdekarên Tenduristiya Jinan ku ji bo jinan dabû destpêkirin, bi dawî anî.

Perwerdeya Perwerdekarên Tenduristiya Jinan, ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve ji bo jinan hatibû destpêkirin, hate temamkirin. Piştî perwerdeya 7-rojî, ku karmendên di midûriyên jinan ên şaredariyên navend û navçeyan de dixebitin beşdar bûn, sertîfîkayên 22 beşdarên ku bername qedandin, ji aliyê Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, Ozden Gurbuz Sımer, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hatin dayîn.

'Bernameya 10 modulan dê li qadê bê bicîanîn'

Sumer, ku bi spasiyên ji jinên ku tevkariyê li perwerdeyê kirin dest bi axaftina xwe kir, wiha got: "Ev bername ji bo me pir girîng bû. Ev xebatek e ku me weke Şaredariya Bajarê Mezin berê jî kiribû, me li qadê bi cî anîbû û me jê gelek berhem girtibûn. Ev ji bo şaredariya bajarê mezin û şaredariyên navçeyan bû nîşana hevkariyê û piştevaniyê. Em ê bi navçeyên xwe yên navendî û yên derve re hewl bidin ku ev xebat bigihîje hemû jinên ku li Amedê dijîn. Di vî warî de pir girîng bû ku jin têgihîştina xwe ya laşê tendurist derxînin asta hişmendiyê. Ev 10 modul dê di demeke herî kurt de li qadê bi perçe perçe an jî bi awayekî yekgirtî bêne bicîanîn û dê hişmendiyeke cidî biafirînin."

Bernameya Perwerdeya Tenduristiya Jinan mijarên wekî; tenduristiya zayînê (ji dema balixbûnê dest pê dike), pêvajoya piştî ducanî û zayînê, dema menopozê û ragihandinê di nav xwe de dihewîne. Bi vê bernameyê, tê armanckirin ku jin laşên xwe nas bikin, cûdahiyên civakî û rolên civakî yên ku bandorê li tenduristiya wan dikin fam bikin û ji bo van newekheviyan rêyên çareseriyê peyda bikin.

22 beşdarên ku sertîfîka wergirtin, dê li komên ku li herêmê ava dikin, Bernameya Perwerdeya Tenduristiya Jinan a ku ji 10 modulan pêk tê bi cî bînin û dê xebatên hişmendiyê yên ji bo jinan bidomînin.

 

Image Gallery