Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevlî meşa salvegera mirina Rojîn Kabaîş bû û diyar kir ku heta ku kujerên Rojînê neyên girtin, ew ê tu carî dev ji vê têkoşînê bernedin.
Rêxistinên jinan ji bo Rojîn Kabaîş, xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ku di 27'ê Îlona 2024'an de li Wanê ji wargehê derketibû û cenazeyê wê di 15'ê Cotmehê de hatibû dîtin, li Amedê meşek li dar xistin.
Di meşê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya, hevşaredarên navçeyan, malbata Rojîn Kabaîş, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan li Meydana Deriyê Çiyê hatin cem hev û heta Mizgefta Mezin meşiyan.
Hevşaredar Bucak: Em her dem li gel vê têkoşînê ne
Piştî meşê, Hevşaredar Bucak axivî û behsa têkoşîna edaletê ya salekê kir û got: "Îro em hemû dîsa pir xemgîn in. Ji salek berê zêdetir xemgîn in. Ji ber ku piştî ku ev bûyera bi êş salek berê hat serê malbatê, hat serê Rojînê, mixabin tê xwestin ku têkoşîna ku salekê bi rêxistinên jinan re dan, bê encam bimîne. Em her dem li gel malbatê ne. Em her dem li gel vê têkoşînê ne. Heta ku kujerên Rojînê neyên dîtin, heta ku kujerên bi dehan jinên ku hêj kujerên wan ne diyar in neyên dîtin."
'Em ê têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan geş bikin'
Hevşaredar Bucak diyar kir ku ewê piştevanîya malbatê bidomînin û heta ku kujer neyên girtin ewê têbikoşin. Bucakê tekez kir ku malbat li hemberî yên ku gotin "xwe kuştiye" serbilind rawestiyaye û têkoşîn kiriye. Hevşaredar Bucak wiha axivî:
"Ez li ber têkoşîna wan bi rêz serî ditewînim. Wekî hemû rêveberiyên me yên herêmî, bi taybetî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ez dixwazim bibêjim ku em ê piştevanîya malbata xwe bidomînin, em ê teqez hesabê vê bipirsin û heta ku kujer neyên girtin em ê tu carî dev ji vê têkoşînê bernedin. Dîsa li herêmên xwe, li şaredariyên xwe, di polîtîkayên xwe yên jinan de, ez dixwazim soza wê yekê bidim ku em ê têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, li dijî polîtîkayên cudakar û marjînalîzekirinê yên li ser jinan ji her demê zêdetir mezin bikin."
Meş piştî axaftinan bi dawî bû.