Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, di daxuyaniya li pêşiya nexweşxaneyê ya derbarê rewşa tenduristiyê ya Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî de axivî, spasiya bijîşkan kir û got, "Hêvîdar in ku Îsmaîl Xoce baş bibe û têkoşîna bi rûmet a Kurdan bi pêş ve bibe û desthelîne."
Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî, piştî nîşandana belgefîlma bi navê "Îsmaîlê Me" ku behsa çîroka jiyana wî dike, di dema gotûbêja li Festîvala Belgefîlman a 9'emîn a FîlmAmedê de xwîn rijiya mêjiyê wî. Beşîkçî, li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hat dermankirin. Hat ragihandin ku rewşa wî ya tenduristiyê giran e.
Li pêşiya nexweşxaneyê derbarê rewşa tenduristiyê ya Beşîkçî de daxuyanîyek hate dayîn. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredara Şaredariya Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarê Amedê Abbas Şahîn, û endamên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî û Odeya Bijîşkan a Amedê beşdarî vê daxuyaniyê bûn.
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen, anî ziman ku di tomografiya sibehê de xwînçûna wî zêde nebûye, lê metirsî hîn jî dewam dike. Ulgen, destnîşan kir ku li cem Beşîkçî nîşaneyên wekî xerabûna axaftinê, tevlîbûna hişmendiyê û bersivdana pirsan bi awayekî bêwate hene, ji ber vê yekê şopandina wî didome. Ulgen, spasiya servîsa acîl û hemû bijîşkan kir û ragihand ku ew ê rewşa wî ji nêz ve bişopînin. Her wiha Ulgen, bi raya giştî re parve kir ku ji bo şopandina rewşa Beşîkçî ya ji nêz ve, desteyeke çavdêriyê hatiye avakirin.
Hevşaredar Bucak: Her kes seferber bû
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî destnîşan kir ku ji dema bûyer çêbûye heta niha Şaredariya Bajarê Mezin, Şaredariya Kayapinarê û rêveberiya DEM Partiyê ya Amedê li pêşiya nexweşxaneyê ne. Hevşaredar Bucak, spasiya rêveberiya fakulteyê û bijîşkan kir û wiha got:
"Em spasiya rektorê Zanîngeha Dîcleyê dikin, hemû seferber bûn. Ev tê wê wateyê ku gelê me hemû xwedî li Mamoste Îsmaîl Beşîkçî derdikeve. Ev me serbilind dike, têkoşîn û helwesta wî ya ku daye, hêjayî teqdîrê ye; xwedîderketina li wî erka me hemûyan e. Em ji vir enerjiya erênî, baş û duayên xwe dişînin. Hêvîdar in ku Îsmaîl Xoce baş bibe û têkoşîna bi rûmet a Kurdan bi pêş ve bibe û dest bide ser."
Hevşaredar Bucak, anî ziman ku ew ê wekî rêveberiyên herêmî li vir bin û got: "Ev nexweşxaneyeke zanîngehê ye û nexweşxaneyeke gelekî qerebalix e. Dost û hezkiriyên Îsmaîl Xoce, hemû Kurd û gelê herêmê dikarin rewşa tenduristiyê ya Îsmaîl Xoce ji hevalên me yên di rêveberiyên herêmî û ji hevalên me yên Weqfa Beşîkçî bipirsin."