Hevşaredar Bucak beşdarî civîna aştiyê ya Baroya Amedê bû

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî civîna Baroya Amedê ya bi navê "Dîyalog Ji Bo Çareseriyê: Destpêkeke Nû Ji Bo Avakirina Aştiyê" bû.

Baroya Amedê, li oteleke li Sûrê, civînek bi navê “Dîyalog Ji Bo Çareseriyê: Destpêkeke Nû Ji Bo Avakirina Aştiyê” li dar xist. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.

Di vekirina civînê de Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç axivî û destnîşan kir ku ji bo avakirina aştiyê, ew piştgirî didin civakeke bêşîdet û meseleyên civakî yên ji şîdetê hatine paqijkirin. Guleç bal kişand ser wê yekê ku divê dubendiya hêvî, fikar û aloziyê ji holê rabe û wekî Baro, pêşniyarên xwe rêz kir.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku pêvajoya aştiyê ne tenê aliyekî, lê 86 milyon mirovan eleqedar dike û wiha got: “Wekî Partî me girîngiya dîyalog û muzakereyê her tim destnîşan kir. Me ji bo xurtkirina vê zemînê her cure hewldan dan. Ev pêvajo girîng e; me ji bo ku em wê ji zemîna ewlehiyê veguhezînin zemîna dîyalogê hemû hewldan kirin. Saleke derbasbûyî careke din girîngiya vê yekê derxist holê.”

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31