Çalakiya yekem a Civatên Aştiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi temaya "Koçberî, Veger û Aştî" dest pê kir. Di vekirina hevdîtinê de, Hevşaredara Bajarê Mezin, Serra Bucak, tekez kir ku mijara aştiyê wê bi nîqaşên ku li qadên herêmî bên kirin, xurttir bibe.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca ku aştî ji hemû aliyên wê ve were destgirtin û pêşerojek hevpar were avakirin, “Civatên Aştiyê” da destpêkirin. Civat, ku dê beşên ji gel, bawerî û çandên cuda bînin cem hev, wê 7 mehan, mehê carekê bêne lidarxistin.
Çalakiya yekem, bi piştgiriya Komeleya Şopandin û Lêkolînkirina Koçberiyê ya Mezopotamyayê, bi temaya “Koçberî, Veger û Aştî” li Qesra Cemîlpaşa ya navçeya Sûrê hate lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Saliha Aydeniz, hevşaredarên navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sîvîl û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
'Pêçana birînan ji bo bîra civakê girîng e'
Di vekirina civatê de, Medya Alkan ji Komeleya Şopandin û Lêkolînkirina Koçberiyê ya Mezopotamyayê axivî û diyar kir ku ji dîrokê heta îro, gel û civakên cuda êşên giran jiyane. Alkan got, "Naskirina van êşên dîrokî, ji holê rakirina mexdûriyetê û destpêkirina pêvajoyên rûbirûbûnê, hem ji bo pêçana birînan hem jî ji bo xurtkirina bîranîna hevpar a civakê, xwedî girîngiyeke mezin e."
'Pêvajoya Aştiyê wê bi nîqaşên herêmî xurttir bibe'
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak jî tekez kir ku pêvajoya aştiyê wê bi nîqaşên li qada herêmî xurttir bibe û wiha got: “Riya ber bi aştiyê ve bi hewldanên her kesî yên li eniya xwe didin dimeşe. Em jî weke rêveberiyên herêmî, parêzvaniya demokrasî dikin û bawer dikin ku aştî wê bi nîqaşên herêmî xurttir bibe. Ev civat jî parçeyek ji vê baweriyê ne.”
Paşê, di rûniştina yekem de, bi moderatoriya Ozlem Dîlmaç, Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk û pisporê xizmetên civakî Berxwedan Şamar axivîn.
Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk, akademîsyenek e ku ji ber xebatên xwe yên li ser koçberiya bi darê zorê ya Kurdan di salên 1990î de li Zanîngeha Sabanci, xelata 'Nîşana Liyakatê' ya Îtalyayê wergirtiye. Çelîk, ku di xebatên xwe de li ser têkiliya jinan a bi rûbirûbûna rabirdûyê, lêgerîna edaletê û pêvajoyên rojane ve disekine, di axaftina xwe de bi taybetî li ser serpêhatî û daxwazên jinên di koçberiya bi darê zorê de jiyane, vegot. Çelîk got, "Min di lêkolînên xwe de li ser pirsa 'Jin ji bo aştiyê çi daxwaz dikin?' dan ber pirsan."
Pisporê xizmetên civakî Berxwedan Şamar jî bal kişand ser bandorên civakî-psîkolojîk ên koçberiya bi darê zorê. Şamar destnîşan kir ku li ser travmayên ku Kurdên ji cih û warên xwe bûne jiyane, xebatek pir kêm heye û encamên xebata xwe parve kir.
Mihçî: Em nizanin li Tirkiyeyê em çend kes in
Di rûniştina duyem de Murat Mihçî Endamê MYK'ê yê DEM Partiyê û Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan axivîn. Mihçî ku bi zimanê Ermenî dest bi axaftina xwe kir, got ev yek ji axaftinên wî yên herî zehmet e. Mihçî got, "Em nizanin li Tirkiyeyê em çend kes in, tenê dewlet vê dizane. 88 Ermeniyên ku nasnameya xwe, xwe diyar dikin dijîn. 'Pîrika min Ermenî bû' ev gotinek pir giran e; divê tam ji vir dest pê bikin. Dîroka cîhanê dîroka koçberiyan e."
Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan jî diyar kir ku hevdîtin pir bi wate ye û wiha got: "Wek hûn jî dizanin, di pêvajoya 50 salan de gelek êş hatin jiyan. Her hevalekî me çîrokek wî heye. Em yên ku herî zêde ji êş û zilmê bandor bûne, lê yên ku herî zêde aştî dixwazin jî dîsa em in."
Hevdîtin piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.