Hevşaredar Bucak li belgefîlma "Bîra Sûrê" temaşe kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya Festîvala Belgefîlman a FilmAmedê de li pêşandana belgefîlma "Bîra Sûrê" temaşe kir.

Pêşandana belgefîlma "Bîra Sûrê" ya ku ji aliyê rojnamevan Azad Altay ve hatiye çêkirin û qala bûyerên di salên 2015-2016’an de li navçeya Sûrê qewimîn dike, di çarçoveya 9’emîn Festîvala Belgefîlman a FilmAmedê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hate lidarxistin.

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevşaredarên navçeyan, parlamenter, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, ligel welatiyan beşdarî pêşandana belgefîlmê bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28