Print this page

Li 13 navçeyan 309 kîlometre rêya gundewarî hate nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Plana Master a 5 Salî de ku dabû destpêkirin, bi karûbarên berfireh ên li navçeyên gundewarî, 309 kîlometre rê nû kir û xist ber xizmeta gel.

Rêyên xerabûyî hatin çêkirin

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li seranserê bajêr û navçeyên gundewarî dest bi nûkirina kolan û rêyên ku ji ber xemsariyê, mercên hewayê xerabûbûn û konfora veguhastinê xirab dikirin, kir.

Di vê çarçoveyê de, tîmên şaredariyê rêyên taxên gundewarî yên navçeyên wekî Karaz, Çinar, Farqîn, Bismil, Çêrmûg, Pîran, Gêl, Licê, Sûr, Peyas, Erxenî, Hezro û Pasûr nû kirin.

Xebatên berfireh li 13 navçeyan

Di encama xebatên berfireh ên ku di çarçoveya bernameyên kar ên salên 2025-2026’an de hatin meşandin de, li rêyên gelek navçeyên ku heta niha xizmet negihiştibû wan an jî demeke dirêj bû nehatibû çêkirin, xebat hatin kirin.

Li hin navçeyan xebatên girîng ên hatine kirin wiha ne:

Li Çinarê: 28 kîlometre asfalta rûpûş a qata 1 û 2, 13 menfez û 20 hezar metrekare parkeya qeflkirî hatin çêkirin.

Li Çêrmûgê: Bi giştî li 44.5 kîlometre rê asfalta rûpûş a qata 1 û 2 û 4.2 kîlometre parkeya qeflkirî hatin çêkirin.

Li Licê: 9 menfez, 12 kîlometre firehkirina rê, 2 kîlometre rêya betonî û 10 kîlometre asfalta rûpûş hatin kirin.

Li Pasûrê: Li 32 kîlometre xebatên kolandin, dagirtin, firehkirin û avahiyên hunerî yên rê tê kirin.

Kar li 5 navçeyan didome

Her wiha karûbarên rêyê li navçeyên Pîran (rêya Gola Komişê), Peyas (Kayapinar), Erxenî, Hezro û Pasûr hîn jî didomin. Mînak, li Pîranê li ser rêya Gola Komişê xebatên kolandin/dagirtin û amadekariya asfalta rûpûş û parkeya qeflkirî berdewam in.

“Me li gor daxwazên gel bername amade kir”

Yusuf Taniş, Midûrê Şaxa Rêyên Bajarî û Gundewarî, der barê xebatan de daxuyanî da û diyar kir ku wan bernameya xwe li gor daxwazên ku ji welatî, muxtar û şaredariyên navçeyan hatine kirin, amade kirine.

Taniş got: “Di vê demsala 2025-2026’an de me li rêyên gundewarî xebatên berfireh dan destpêkirin. Karên me yên wekî kolandin, dagirtin, binbingeh, asfalta rûpûş, parke, rêyên betonî û menfezan didomin. Li 13 navçeyan bi giştî 309 kîlometre rê hatin nûkirin. Gelek beşên van xebatan qediyan û yên din jî bi lez û bez didomin.”

 

Image Gallery