Print this page

Pêvajoya 'Bûdçeya Beşdar' dest pê kir: Biryara bajêr dê gel bide

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zêdekirina beşdarbûna gel di pêvajoyên biryargirtinê yên bajêr de, bi hevkariya Konseya Bajêr a Amedê, sepana “Bûdçeya Beşdarî”yê da destpêkirin.

"Ji bo bajarê xwe deng bide, biryarê tu bide!"

Şaredariya Bajarê Mezin bi dirûşma “Haydê Amed! Ji bo bajarê xwe deng bide, biryarê tu bide!” dest bi projeyê kir. Armanc ew e ku welatî rasterast biryarê li ser veberhênan û projeyên ku pêdiviyên sereke yên bajêr çareser dikin, bidin.

Dengdan li ser înternetê ye, dîroka dawî 10’ê cotmehê ye

Welatî dê karibin di nav projeyên ku ji bo bernameya bûdçeyê hatine amadekirin de tercîhên xwe bikin û dengên xwe bi kar bînin.

Pêvajoya dengdanê bi rêya malpera katilimcibutce.diyarbakir.bel.tr tê meşandin. Dîroka serlêdana dawî 10’ê Cotmehê ye. Welatî dikarin bikevin malperê, projeyan lêkolîn bikin û bi vî awayî tevkariyê li plansazî û pêşeroja bajêr bikin.

Bi vê sepana “Bûdçeya Beşdarîyê, tê armanckirin ku veberhênanên şaredariyê li gorî daxwaz û pêdiviyên gel bên teşedayîn, û ji bo xizmetên herî pêwîst bên bikaranîn.

 

Image Gallery