Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li nexweşxaneyê serdana sosyolog Îsmaîl Beşîkçî kir ku li wir tê dermankirin û got: “Me derfet dît ku em Beşîkçî bibînin. Me silavên Amediyan gihandin wî. Wî jî bi bişirîn silavên xwe şandin. Me dît ku refleksên wî baş in.”
Sosyolog û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî di 27’ê Îlonê de li Amedê, piştî pêşandana belgefîlma "Îsmaîlê me" ya ku qala jiyana wî dike di 9’emîn Festîvala Belgefîlman a FilmAmedê de, nexweş ket. Beşîkçî, piştî mudaxeleya ewil a tîmên tenduristiyê, rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.
Hate famkirin ku Beşîkçiyê 86 salî bi xwînrijandina mejî ketiye û li beşa Lênêrîna Zêde hatiye dermankirin.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê serdana Beşîkçî kir ku li wir dihat dermankirin.
'Dîmena wî ya giştî nîşan dide ku baş dibe'
Hevşaredar Bucak, ku bi Serekhekîm û rêveberiya nexweşxaneyê re hevdîtin kir, der barê rewşa tenduristiya Beşîkçî de ev agahî parve kir:
“Me bi Serekhekîm û rêveberiya nexweşxaneyê re axivî. Berî her tiştî, em ji bo eleqe û têkiliya wan gelekî spasdar in. Fikra hekîmên me ew e ku rewşa Mamoste Îsmaîl stabila xwe diparêze. Li gor wan, ti pêşketineke neyînî çênebûye û xwînrijandineke nû tune ye. Lê belê, ji ber xwînrijandina mejî ya ku derbas kiriye û cîhê ku xwînrijandin lê çêbûye, hîn jî rewşa rîskê diparêze.
Tevî parastina rewşa rîskê, şiûra Mamoste Îsmaîl vekiriye. Dîmena wî ya giştî nîşan dide ku baş dibe. Her çend pir kurt be jî, derfeta me çêbû ku em wî li ber deriyê Lênêrîna Zêde bibînin. Me silavên Amediyan gihandin wî. Me got ku heval û hezkiriyên wî li jêr li wî dipirsin. Wî jî silavên xwe gihandin Amediyan. Keniya, refleksên Mamoste Îsmaîl xweş bûn. Fikra hekîmên me jî ew e. Em careke din şîfaya lezgîn jê re dixwazin. Hêvî dikin ku Mamoste Îsmaîl di zûtirîn dem de vegere nav me û bigihîje tenduristiya xwe.”
Di serdana nexweşxaneyê de, endamên meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Emra Dogan, Abdulselam Înceoren û Mahmut Yokuş jî bi Hevşaredar Bucak re bûn.