Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Serra Bucak, serdan li Midûriyeta Şaxa Lênêrîn û Tamîrkirina Îkmala Makîneyan kir û destnîşan kir ku ew ê balê bixin ser xebatên xurtkirina binesaziya teknîkî.
Hevşaredara DBB’ê Serra Bucak, di çarçoveya serdanên xwe yên li yekîneyên şaredariyê de, serdan li Midûriyeta Şaxa Lênêrîn û Tamîrkirina Îkmala Makîneyan a girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê kir.
Hevşaredar Bucak, derbarê pêvajoyên lênêrîn û tamîrkirina wesayîtan û alavên teknîkî de ji berpirsên yekîneyên têkildar agahî wergirt.
Hevşaredar Bucak, xebatên ku tên meşandin li cihê xwe lêkolîn kirin û derbarê xurtkirina binesaziya teknîkî û hejmara karkerên kedkar de nirxandin kirin. Hevşaredar Bucak, derbarê guncavbûn û têra makîne û amûran li gorî şert û mercên îro de agahî girt û destnîşan kir ku ew ê giranî bidin ser xebatên xurtkirina binesaziya teknîkî.
Hevşaredar Bucak, di çarçoveya bernamê de piştre derbasî Serokatiya Daîreya Koordînasyona Lênêrîn û Binesaziya Rêyan a di heman kampusê de bû û derbarê xebatên hatine kirin de agahî girt.
Di dema lêkolînan de Endamê Meclîsa DBB’ê Velat Eser û Serokê Daîreya Xizmetên Piştgiriyê Arif Çelîk Hevşaredar Bucak re hevkarî kirin.
Â