Print this page

Hevşaredar Bucak: Em xwedî li mala xwe, zimanê xwe û tîma xwe derdikevin

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Serra Bucak, beşdarî daxuyaniya li ser cezayê PFDK’ê (Desteya Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel) ya ji ber slogana Kurdî li Amedsporê hatî birîn bû û got, “Em xwedî li mala xwe, zimanê xwe û tîma xwe derdikevin.”

Rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê û Lijneya Şêwirmendiyê ya Amedsporê, li ser cezayê ku ji ber slogana Kurdî ji aliyê PFDK’ê ve li Amedsporê hatibû birîn, li Qada Deriyê Çiyê daxuyanî dan. Hevşaredara DBB’ê Serra Bucak û nûnerên odeyên pîşeyî û civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser cudakariya li hemberî Amedsporê û daxwaz hat kirin ku dev ji van sepanan bê berdan.

Hevşaredar Bucak: Amedspor nasnameya vî bajarî ye

Hevşaredar Serra Bucak a di daxuyaniyê de axivî, destnîşan kir ku ew ji bo gotina "bes e" li hemberî cudakariya li hemberî Amedsporê hatine cem hev. Hevşaredar Bucak anî ziman ku Amedspor ne tenê tîma bajêr e, lê belê tîmeke xurt e ku qada herêmê derbas dike, digihêje dîasporayê, 30-40 hezar kesî li stadyûmê tîne cem hev û bi sed hezaran alîgirên wê hene.

Bucak wiha got: “Amedspor xwedî raboriyekê ye. Amedspor di vî bajarî de xwedî tecrûbe û serpêhatiyekê ye. Têkoşîna tîmê ya ji bo wekheviya demokratîk hem di nasnameyê de hem jî di werzîşê de nayê paşguhkirin. Amedspor xwedîtiya vî bajarî ye, nasnameya vî bajarî ye.”

'Amedspor kirdeyê vê yekê ye'

Hevşaredar Bucak bal kişand ser çanda Amedsporê ku ji vî bajarî zêdetir e û wiha berdewam kir:

“Em di pêvajoyeke ber bi aştiyê de ne. Em di pêvajoyeke ku em hêvî dikin ber bi aştiyê ve here û em ji bo vê hêviyê gelek dixebitin de ne. Niha civaka Kurd û siyaseta Tirk vê yekê pir baş dixwînin. Bi rêveberiyên xwe yên herêmî, bi siyaseta xwe, bi hemû mekanîzmayên xwe yên civaka sivîl û di heman demê de bi civata werzîşê re. Ji bo çi xizmetê dike? Ji bo ku ev çanda aştî, biratî, demokrasî li her derê belav bibe. Ji çandê heta hunerê, ji werzîşê heta rêveberiyên herêmî û li her derê bê belavkirin, ji bo ku bikare li ser vê biaxive, bi aşkereyî îfade bike. Amedspor kirdeyê vê yekê ye. Li nava wê radiweste.”

'Em zêdetir xwedî li tîma xwe derdikevin'

Hevşaredar Bucak bal kişand ser piştevaniya alîgiran û got: “Amedspor tîmeke ku alîgirên wê li stadyûmê bi rêya telefonên vîdyoyî sînor derbas kirine. Divê ev hişmendî, ev çand, ev yekîtî baş bê fêmkirin. Em îro ji her demê zêdetir xwedî li tîma xwe derdikevin. Û ji niha û pê ve jî wê ev yek wisa be.”

'Divê qedexe bê rakirin'

Bucak li hemberî qedexekirina slogana Kurdî ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ve bertek nîşan da û wiha got:

“Duh Vanspor û Amedsporê maçeke dostaniyê pêk anîn. Di vê çarçoveyê de tiştê ku Amedspor e, pir girîng e. Dema Vansporê golek avêt, alîgirên li wir ji bo Amedsporê slogan avêtin. Hûn dizanin ev tê çi wateyê? Em yek in, em hemû bi hev re ne; hûn bi qedexe û polîtîkayên xwe yên zextê nikarin vê biratî, vê nêrîna demokratîk û vê pergala ku em dixwazin ava bikin pûç bikin. Di vê çarçoveyê de roja pêncşemê TFF dê biryarekê bide. Em ji vir, ji Amedê, ji Diyarbekirê bi hev re bang dikin. Divê ev qedexeya bêaqil a li ser zimanê Kurdî demildest bê rakirin. Salek berê, me bi destê dostan rêveberî û serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê li vir bi hev re pêşwazî kir. Wek pêwîstiya wê dostaniyê, ew ê xwedî li zimanê gelê Kurd û slogana tîmê derkevin û erê bikin, ewqas hêsan e.”

'Em xwedî li mala xwe, zimanê xwe, tîma xwe derdikevin'

Hevşaredar Bucak, îşaret bi slogana “Em xwedî li mala xwe, zimanê xwe, tîma xwe derdikevin” kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Belê, em xwedî li mala xwe derdikevin. Em xwedî li mala xwe, zimanê xwe û tîma xwe derdikevin. Em ji Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê daxwaza têkiliya piştgirî, rêz û baweriyê dikin. Ev ê ji bo me hemûyan bibe xêr. Di rêya aştiyê de, di Tirkiyeyeke demokratîk, wekhev û azad de, ew ê ji bo me hemûyan bibe kevirê mîhengê.”

 

Image Gallery