Hevşaredar Bucak: Navenda Nûjîn dê bibe mala jinan, warê piştevanî û hêzê

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, beşdarî vekirina Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nûjîn a li Bismilê hatî avakirin bû û got, "Ev navend dê bibe malek, bibe warek ku jin tê de xwe tenê hîs nakin, bi piştevanî xurt dibin û bi raman û keda xwe mezin dikin."

Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nûjîn, ku ji aliyê Şaredariya Bismilê ve bi armanca xurtkirina piştevaniya jinan û mezinkirina qadên jiyana wan a azad hate avakirin, bi merasîmekê hate vekirin û xistin ber xizmetê.

Di merasîma vekirinê de, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevşaredara Şaredariya Bismilê Mizgîn Ekîn, endamên meclîsa DBB'ê Hacer Kurt, Canan Efe Şahîn, Hayat Ozmez, hevşaredarên navçeyan, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya DBB'ê Ozdên Gurbuz Sumêr û gelek jin amade bûn.

'Dê bibe saziyeke jiyaneke bê şîdet'

Zehra Yuksekbag ji Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Bismilê, di axaftina xwe de destnîşan kir ku navend dê pêwîstiyên hiqûqî, psîkolojîk, civakî û çandî yên jinan dabîn bike û got, "Nûjîn dê bibe saziyeke ku jin tê de tên cem hev, wekheviya zayendî ji nû ve tê hilberandin û deriyê jiyaneke bê şîdet vedike."

'Qada hebûna wekhev û azad'

Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn jî diyar kir ku navend dê bi kurs, atolye û çalakiyên piştevanîyê re beşdarî têkoşîna hebûna wekhev û azad a jinan li her qadê bibe û anî ziman, "Nûjîn dê bibe qada jiyana ji nû ve û ya ji nû ve vejînê."

Hevşaredar Bucak: Dê bibe warê jinan

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya navendê:

"Îro, em Navenda Jinan a Nûjîn a ku bi keda û îradeya jinan ji nû ve hatiye avakirin, vedikin. Ev der dê bibe mal, bibe warek ku jin tê de xwe tenê hîs nakin, bi piştevanî xurt dibin, bi raman û keda xwe mezin dikin. Dê bibe cihek ku jin her dem xwe tenê hîs nekin, bikaribin şêwir bikin, bi keda xwe, bi fikra jinan, bi hevgirtinê mezin bikin. Kampanyaya me ya ku me salek berê li dijî qetlîama jinan û şîddetê dabû destpêkirin, dewam dike. Lê belê têkoşîna me bi kampanyayan sînordar nîne. Nûjîn dê bibe dengê vê têkoşînê, dê gotina jinan zêdetir xuya bike."

Piştî birîna binerdê û pêşandana sînevîzyonê, Hevşaredar Bucak û kesên pê re çûn Navenda Jiyanê ya Jinan û derbarê xebat û planan de agahî girtin.

 

Image Gallery