Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, ku beşdarî Lûtkeya 6emîn a Çandî ya UCLG'ê ya li bajarê Barcelona yê Îspanyayê bûye, li bajarê Barcelona hevdîtinên xwe domand. Hatun, di hevdîtina xwe ya bi Konsûla Encûmena Bajarê Barcelonayê Rosa Surinach re, li ser qada bajarvanî û avakirina bajaran nêrînên xwe parve kirin.
Hatun, ku beşdarî Lûtkeya 6emîn a Çandî ya Rêxistina Cîhanî ya Yekîtiyên Bajaran û Rêveberiyên Herêmî (UCLG) bû, di çarçoveya têkiliyên xwe yên li bajêr de hevdîtin pêk anîn.
Hevşaredar Dogan Hatun, bi Hevşaredarên Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadolûyê (GABB) û Şaredariya Rezanê Siraç Çelîk, Hevşaredara Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Ozkol, Seroka Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya DBB'ê Zeynep Yaş re, bi Konsûla Encûmena Bajarê Barcelonayê Rosa Surinach re civiya.
Di hevdîtinê de, ku bi Surinach a ku di qada bajarvanî û avakirina bajaran de pispor e hat kirin, parvekirina tecrûbeyan û xebatên hevpar ên di navbera her du bajaran de hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtinê de herwiha bal hat kişandin ser girîngiya serdanên teknîkî yên dualî û xurtkirina hevkariyê.