Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî merasîma xelatdayîna 9emîn Festîvala Fîlman a Belgefîlman a FilmAmedê bû û xelata bi temaya "Ekolojî: Ji Kokan Ber Bi Siberojê – Baxçeyên Hevselê" pêşkêşî derhêner Adnan Zandî kir.
9emîn Festîvala Fîlman a Belgefîlman a FilmAmedê ku bi hevkariya Şaredariya Kayapinar û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) hat lidarxistin, bi dawî hat. Bernameya xelatdayînê ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, derhênerên belgefîlman û welatî beşdar bûn.
Hevşaredar Bucak xelat pêşkêş kir
Hevşaredar Bucak di merasîmê de axivî û spasiya kesên ku di festîvalê de ked dane, kir. Bucak, ku xelata bi temaya "Ekolojî: Ji Kokan Ber Bi Siberojê – Baxçeyên Hevselê" ji aliyê juriyê ve hatibû destnîşankirin, radest kir. Di derbarê belgefîlma "Habibullah" ya ku xelat girt de wiha got:
"Bi çend dîmenên rastîn portreya muzîkjenekî Kurd tê pêşkêşkirin. Dengê wî dibe qada pevçûneke mezin di navbera azadiya mirovî û kontrola dînî, kevneşopî û dema niha de. Li şûna şîrovekirinê, derhêner rasterast xwe dispêre çav, beden û deng û dihêle ku stran bibe unsûreke xwezayî mîna ba, av an jî dengê çûkan. Ev stran ne tenê rewşeke bingehîn e, lê di heman demê de ji xwezaya derdorê jî derdikeve û wekî mafekî xwezayî xwe îspat dike. Di heman demê de berdewamiyeke çandî ya kûr îfade dike. Stran û muzîk ji hêmanên bingehîn ên çanda Kurdî ne, hilgirên dîrok, civak û têkoşînê ne û veguherîne kevneşopiyeke kokdar. Ev berhem bi nîşandana hêza muzîk û helbestê, nîşan dide ku weke formeke nerm a berxwedanê, mafekî jiyanê, muzîkjenek bi tena serê xwe dikare tevahiya sîstemekê ji kokê de bihejîne. Ji ber vê zelaliya helbestî, kûrahiya hestyarî û girîngiya siyasî, em vê xelatê didin fîlma Habibullah."
Piştî axaftina xwe, Hevşaredar Bucak xelata derhênerê belgefîlma Adnan Zandî pêşkêş kir.