Print this page

Li bin sûran xebatên peyzajê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li herêmên hêşîn ên ku di dema restorasyona Sûrên dîrokî de xisar pê ketiye, xebatên peyzajê (birêkûpêkkirina derdorê) da destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li ser Bûlvara Înonu, li herêmên hêşîn ên ku ji ber restorasyona Sûran xira bûne, xebatên peyzajê dimeşîne. Tîm, ji bo ku ev herêm, ku her roj di ser de bi hezaran tûrîstên herêmî û biyanî derbas dibin û ji bo tûrîzma bajêr girîngiyeke mezin heye, vegere rewşa xwe ya berê, di qonaxa destpêkê de xebatên peyzajê pêk tîne.

Tîm, di xebatên rêkûpêkkirina peyzajê de ku bi karên binesaziyê dest pê kir, tesîsatên avê bi temamî nû dike. Ji bilî çalakiya ku tê de tesîsatên avdanê dê ji nû ve bên aktîfkirin, ew darên ku pirsgirêka adaptebûnê dijîn, ji qadê hatin derxistin û birin cihên din.

Piştî xebatên zêdekirina axê û hevşêwazkirinê, tîm dê karên binesaziyê biqedînin û dest bi karên joravahiyê bikin. Di vê çarçoveyê de, qada ku xira bûye dê bi dar, devî û kulîlkan dîsa vegere rewşeke estetîk.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan dê li herêmên din ên ku ji ber restorasyonê zirar dîtine jî xebatên peyzajê yên bi vî rengî bimeşîne.

 

Image Gallery