Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, serdana sersaxiyê ya ji bo 4 welatiyên ku li Taxa Nîşenîkê ya Çêrmûgê dema di bîra avê de paqijî dikirin, ji ber gaza karbonmonoksîtê jiyana xwe ji dest dan, kir û sersaxî ji malbatan re xwest.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, bi Endamên Meclîsa Şaredariyê Denîz Yalçin û Mahmut Yokuş, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça, Hevserokê DEM Partî yê Bajêr Abbas Şahin û Serokê Daîreya Agirvemirandinê Metin Alar re, serdana sersaxiya ku li Taxa Kafê ji bo Mehmet Karabag, Mehmet Emin Karabag, Hanifi Yeşilyaprak û Kemal Karabag hatibû danîn, kirin.
Hevşaredar Bucak û kesên pê re, bi malbatan re hevdîtin kirin û sersaxî ji endamên malbatên 4 welatiyên jiyana xwe ji dest dan re xwestin.