Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin ji bo lîga 1 amade ye

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), ku amadehiyên xwe temam kirine, dê di Koma B a Lîga 1ê de yekemîn maça xwe li Enqereyê li hember Klûba Sporê ya İlbankê bilîze.

Tîma Voleybolê ya Jinan, ku di çarçoveya Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê de hatiye damezrandin, di sezona borî de di 18 maçan de 15 serkeftin û 3 binketî bi dest xistibû û Lîga 2yemîn di rêza 3yemîn de qedandibû. Li gor biryara Federasyona Voleybolê ya Tirkiyeyê ku hejmara tîman di Lîga 1ê de zêde bike, Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB, hem ji ber avahiya xwe ya darayî hem jî ji ber binesaziya xwe û avahiya şaxên xwe yên çalak, bi awayekî fermî ji bo Lîga 1ê hat vexwendin.

Koma B

Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB, ku di encama kişandina fîkstûrê de dê di Koma B a lîgê de têbikoşe, dê di tevahiya sezonê de bi tîmên Kuzeyboru Maxıpıpe Spor, Karayolları, PTT, Sakarya, Afyon Belediyesi Yüntaş, MKE Ankaragücü, Muratpaşa Belediyesi, Zeren Spor, Ted Ankara Kolejliler, Manavgat Belediyesi, Merinos, Konya Ereğli Belediyesi re rûbirû bibe.

Kadroya tîmê hatiye xurtkirin

Tîm, piştî ku derket Lîga bilindtir, xebatên amadehiyê lez kir. Kadroya tîmê bi transferên nû hate xurtkirin û amadehiyên lîgê di encama xebatên hatine kirin de hatin qedandin.

Maça ewil di 4ê cotmehê de ye

Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB, dê yekem maça xwe di 4ê Cotmeha Şemiyê de li derveyî Enqereyê li hember Klûba Sporê ya İlbankê bilîze.

Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB, ku plan dike bajar di voleybolê de di astên herî bilind de temsîl bike, di heman demê de armanc dike ku bibe îlham ji bo ciwanan û beşdarî çanda sporê li Amedê bibe.

'Armanca me ew e ku tîmê derxin lîgeke bilindtir'

Antrenorê Tîma Voleybolê ya Jinan a DBB, Sıtkı Karataş, anî ziman ku wan xebatên amadehiyê yên beriya maça li Enqereyê temam kirine û got, "Em ê îsal di Lîga Yekem a jinan de têbikoşin. Armanca me ew e ku em Ameda xwe bi awayê herî xweş temsîl bikin û vê tîmê derxin lîgeke bilindtir."

'Ji bo armancên xweş li vir in'

Kaptanê tîmê Sevinç Şenkuş jî diyar kir ku armanca wan ew e ku lîgê bi awayekî serkeftî biqedînin û wiha got: "Em ji bo armancên xweş li vir in. Em dixwazin ciwanan temsîl bikin. Em dixwazin ew me ji xwe re bikin mînak. Em hêvî dikin ku em ê lîgê li cihekî xweş biqedînin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31