Print this page

Li Yenîşehirê 18 kîlometre rêya 16 kolan û bulvaran hatin asfaltkirin û nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Yenîşehirê 18 kîlometre rêya 16 kolan û bulvaran bi tevahî 48 hezar û 500 ton asfalta germ nû kir.

Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Kordînasyona Binesaziyê, ji bo gihîştineke ewle, erzan û rehet, xebatên xwe ji bo pêşxistina tora rê û binesaziyê didomîne. Tîm, li navçeya Yenîşehirê bi rêjeya 48 hezar û 500 ton asfalta germ, li Bulvara Mehmet Akif Ersoy, Bulvara Elezîzê, Kolana Şehîtlik, Kolana Sezaî Karakoç, Kolana Alipinar, Kolana Yaradanakul, Kolana Ezîz Mahmutogullari, Kolana Îstasyon, Kolana Înalîoglu, Kolana Kişla, Kolana Hintlibaba, Kolana Buyukalp, Kolana Akkoyunlu, Kolana Yaşar Kemal, Kolana Gevran û Kolana Qibrisê tevahî 18 kîlometre xebat meşandin.

Tîmên ku 16 kolan û bulvar bi asfalta germ nû kirin, di çarçoveya xebatan de li navçeyên Rezik û Yenîşehirê li ser rêyên ku asfaltkirina wan qediya, xebatên parastin û tamîrkirinê li ser peyarê û refûjan (beşên navîn ên rê) kirin.

Li Kolanên TOKÎ asfaltkirin dest pê kir

Tîm, piştî xebatên li Bulvarên Qibris û Elezîzê, derbasî 2 kolanên sereke yên herêma Seyrantepe TOKÎ bûn ku her yek 25 metre fireh in. Li Kolana 1ê ya TOKÎ ku 2 hezar û 200 metre dirêj e û li Kolana 2yemîn a TOKÎ ku hezar û 200 metre dirêj e, asfalta kevn bi tevahî hat rakirin û piştre derbasî ser asfalta germ hat kirin. Tîm, piştî temambûna xebatên li van kolanan, dê li navçeya Kayapinarê xebatên asfaltkirinê bidomînin.

'Me kolanên ku demeke dirêj xizmet nedîtibûn, tespît kirin'

Yusuf Tanış, Midûrê Şaxa Rêyên Bajarî û Gundî, di derbarê xebatên ku tên meşandin de agahî da û anî ziman ku di encama lêkolînên qadê de, wan kolanên ku demeke dirêj ji xizmetê bêpar mabûn, diyar kirine û got: "Pêşî me xebatên xwe li navçeya Rezikê temam kirin, piştre em derbasî Yenîşehirê bûn. Li vir me bi tevahî li ser qadeke 18 kîlometre 48 hezar û 500 ton asfalt çêkirin. Niha em li herêma TOKÎ dixebitin, piştî vir em ê derbasî Kayapinarê bibin."

'Armanc gihîştineke rehet û ewle ye'

Tanış, destnîşan kir ku xebat ne tenê ji aliyê estetîkî ve, lê ji aliyê ewlehiyê ve jî girîng in û got: "Armanca me ew e ku welatiyên me û ajokarên me ji xizmetên gihîştinê yên rehet û ewle sûd wergirin. Li gorî vê yekê, ji bilî asfaltê, em tamîrkirinên peyarê û binesaziyên din jî dikin."

 

Image Gallery