Print this page

Hevşaredar Hatun: Ji bo ajalan jiyaneke hevpar mimkun e

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, di çalakiya ku bi boneya 4'ê Cotmehê Roja Mafên Ajalan hat lidarxistin de, bang li jiyaneke li gorî xwezayê kir. Hatun destnîşan kir ku mafê ajalan ê jiyanê bi qasî yê mirovan pîroz e û got, “Ev dinya têrî me hemûyan dike.”

Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBMA), bi boneya 4'ê Cotmehê Roja Parastina Ajalan, li Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Ajalan çalakiyek li dar xist.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevşaredarê Şaredariya Farqînê Kadrî Esen, Endamê Meclîsa ŞBMA’yê Mahmut Yokuş, Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Vahap Saçakli, nûnerên Federasyona Mafên Ajalan (HAYTAP), Nûnertiya Yekîtiya Mafên Ajalan a Amedê, Komeleya Dostaniya Ajalan û Komîsyona Mafên Ajalan a Baroya Amedê beşdarî vê bernameyê bûn.

'Di vê dinyayê de ji bo me hemûyan cih heye'

Hevşaredar Dogan Hatun, di çalakiyê de axivî û got, em li bajarê xwe jiyanê bi rengekî li gorî xwezayê bi hev re parve bikin û wiha pê de çû: "Dema ajal ji jiyanê tên qutkirin, jiyan jî ji bo mirovan tê qutkirin. Çawa ku xweza hemû zindiyan di nav xwe de diparêze, ajal jî yek ji wan in. Çawa ku mirov, ajal, av, ax hemû zindî ne û çawa ku xwezayî ji bo hemû zindiyan ahengek û hêlînek e, divê em jî li gorî wê tevbigerin. Ji ber vê yekê, helwesta me wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, helwesta xwezayî ye. Em dibêjin, darek, avek, bihostek ax, mirov û ajal, hemû wekhev in. Di vê dinyayê de ji bo me hemûyan cih heye. Jiyan têrî me hemûyan dike. Ji ber vê yekê, em li ava xwe, li axa xwe xwedî derkevin, em li bajarê xwe jiyanê bi rengekî li gorî xwezayê bi hev re parve bikin. Ev dinya ji bo me hemûyan bes e."

'Jiyan ji bo ajalan jî pîroz e'

Hatun anî ziman ku ne rast e tenê di 4'ê Cotmehê de mafên ajalan bêne bîranîn û got: "4'ê Cotmehê Roja Mafên Ajalan e, lê divê em tenê îro wan neparêzin û rojên din wan terikînin, em vê qebûl nakin. Çawa ku jiyan ji bo mirovan pîroz e, ji bo daran, xwezayê, av û axê pîroz e, jiyan ji bo ajalan jî pîroz e. Pêşî em bang li gelê xwe dikin. Ajal ne neyarên me ne û ne jî heram in. Çawa ku em zindî ne û cihekî me heye, ew jî zindî ne û qadên wan ên jiyanê hene. Cihekî wan di xwezayê de heye, qadên wan ên jiyanê hene. Me dest daniye ser qadên wan ên jiyanê, me ew ji cihên wan dûr xistine; em hatin qada wan, ew nehatin qada me. Ji ber vê yekê, em li seranserê cîhanê û li bajarê xwe li ajalan xwedî derkevin, wan biparêzin."

'Em ava xwe, nanê xwe parve bikin'

Hatun anî ziman ku mafê me tune ye mafê wan ê jiyanê ji destê wan bigirin û axaftina xwe wiha qedand: "Ger em wan wekî zindiyên dinyayê bibînin, pirsgirêka kesî namîne. Pirsgirêk di me de ye, ne di wan de ye. Ew bi serê xwe dijîn, em wan ji xwezaya wan dûr dixin. Em dibin neyarên wan, ew ne neyarên me ne. Em bi hev re zîhniyeta xwe biguherînin. Ger em bibînin ku xweza têra me hemûyan dike, ti pirsgirêk namîne. Mafê me tune ye ku em ajalan ji jiyanê qut bikin, mafê wan ê jiyanê ji destê wan bigirin. Ger hewce be, em gepek nanê xwe bi wan re parve bikin. Em ava xwe bi wan re parve bikin û li gorî wan bijîn. Di dawiyê de, em ji bo hemû xwezayê û bi taybetî ji bo ajalan, dibêjin jiyaneke hevpar."

Nûnera HAYTAP'ê Sevgî Ekmekçîler jî wiha got: "Mixabin bi yasaya ku par derket re, êdî roja me ya parastina ajalan tune ye. Meseleya parastina ajalan tune ye. Tenê ajal tên komkirin. Ew li stargehan tên girtin. Em dixwazin yasaya ku par li Tirkiyeyê hat qebûlkirin, bê guhertin û yasayek rastîn a ku mafên ajalan diparêze derkeve."

Hevşaredar Hatun bi xwendekaran re li navendê geriya

Hevşaredar Hatun, piştî axaftinan, bi beşdarên bernameyê û xwendekaran re li navendê geriya. Bijîşkên ku li Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Ajalan dixebitin, derbarê navendê de agahî dan zarokan, û ji wan re gotin ka çawa ajalan diparêzin û xwedî dikin.

Zarokên ku li navendê geriyan û ji nêz ve ajal dîtin, anîn ziman ku wan rojeke xweş derbas kiriye.

 

Image Gallery