Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî gotûbêja “Pêngavên Yekemîn ên Mîmariya Giştî û Sivîl” bû.
Gotûbêja bi sernavê “Pêngavên Yekemîn ên Mîmariya Giştî û Sivîl” di çarçoveya “xebatên bîra çandî” de li Qesra Cemîl Paşa, Muzeya Bajêr a girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, pêk hat.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş û herwiha arkeolog û mîmarên ku li bajêr fealiyetên xwe didomînin, beşdarî gotûbêja li ser “Gera li hunera avahiyê ya serdema Neolîtîk” ya bi Dr. Ozlem Ekinbaş Can re bûn.
Di pêşkêşiya ku bi moderatoriya Adar Yokuş hat kirin de, Dr. Ozlem Ekinbaş Can got ku Girê Filan li navçeya Karaza Amedê li ser Çemê Ambar ê ku hewzaya jorîn a Çemê Dîcleyê têr dike, hatiye avakirin û ji salên beriya zayînê (B.Z.) 9300’an heta B.Z. 7500’an hatiye niştecihkirin. Can diyar kir ku şopên raboriyê di mîmariyê de bi lêkolîna 153 avahiyan ketiye ber lêgerînê û li ser vê yekê li bakurê Dîcleyê di pirtûka “Nêçîrvanên Niştecî” de hatiye weşandin, û destnîşan kir ku mijara wê mîmariya civateke nêçîrvan-komker a li bakurê Dîcleya Jorîn bi cih bûye. Can anî ziman ku kevneşopiya mîmariyê ligel hemû nîşaneyên din ên çandî, hebûna civateke gelek pêşketî di vê serdemê de îsbat dike û got, “Ev civata pêşketî, bi gelemperî bi xaniyên xwe yên li cihê xwe tên nûkirin û bi xaniyên xwe yên avahîsaz ên abîdevanî, berê hatiye plankirin.”
Hevserok Hatun jî di çalakiyê de axivî û pîrozbahiya kedkarên gotûbêjê kir û wiha got: “Destê we sax be. Em wek rêveberên herêmî, girîngiyeke mezin didin xebatên wiha. Hêvîdar im ev bibe xwediyê zêdetir agahî, amûr û belkî jî bibe cihê şopekê di avakirina bajarekî nû de.”
Gotûbêj bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.