Print this page

Armanca tîma Futbolê ya Şaredariyê derketina lîga jor e

Tîma Futbolê ya Mêran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBM), piştî serkeftina mezin a sezona borî, di Lîga Amator a Herêmî (BAL) de xwe ji sezonê re amade dike û armanca xwe weke derketina lîga jor destnîşan kir.

Tîma DBM'ê, ku di bin sîwana Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Werzîşê de xebatên xwe didomîne, amadekariyên xwe yên ji bo sezona nû bi rahênanên dualî yên dijwar dom dike. Lîstikvan bi motîvasyoneke bilind dixwazin destpêkek xurt ji lîgê re bikin.

Têkoşîna li koma 2yan a BAL'ê

Tîma DBM'ê dê di Koma 2yan a Lîga Amator a Herêmî (BAL) de têbikoşe. Di vê komê de tîmên wekî Adiyaman Futbol Kulubû, Aksaray Gençlikspor, Diyarbakirspor, Elazig Yolspor, Malatyaspor, Siverek Belediyespor, Şanliurfa Buyukşehir Belediyespor û Viranşehir Belediyespor jî hene.

Yekemîn pêşbirk dê di 12'ê Cotmeha Yekşemê de, li stada Kocasinan Şimşeksporê, li derveyî Amedê be.

"Xizmeta ciwanan û fair play armanca me ye"

Ahmet Kurt, Berpirsê Teknîkî yê Sporê yê DBM'ê, derbarê amadekariyan de axivî û got:

"Em bi piştgiriya rêveberiya xwe xebatên xwe dimeşînin. Ev sezon dê BAL, li gorî Lîga Super Amator, hinekî dijwartir be. Em baweriya xwe bi werzîşvanên xwe tînin. Armanca me ya sereke ew e ku em xizmeta ciwanên bajar û herêma xwe bikin. Em dixwazin kadroyeke ji van ciwanan ava bikin û di çarçoveya Fair Playê de têbikoşin. Înşallah em ê di vê sezonê de tîma xwe derxînin lîga jorîn."

"Em ê piştgiriya gel li qadê nîşan bidin"

Yek ji lîstikvanên tîmê Yusuf Kandemir jî da zanîn ku ew bi xebatên xurt xwe amade dikin. Kandemir, tîma xwe weke hêvîdar destnîşan kir:

"Rêveberiya me ji her alî ve piştgiriyê dide me. Tetbîqatên me yên dualî niha gelek dijwar in, lê em bandorên wan yên erênî di maçên amadekariyê de dibînin. Amed bajarekî mezin e û xwediyê piştgiriyeke xurt a alîgiran e. Em dixwazin bajarê xwe bi awayê herî baş nûnertî bikin. Em ê vê piştgiriya gel li qada lîstikê bi awayekî herî baş nîşan bidin. Armanca me şampiyonî ye."

 

Image Gallery