Qeydkirina kursa wêneyan a bêpere ji bo jinan dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi dirûşma "Jêhatiya xwe bi hunerê re darîçav bike", ji bo jinan kursa wêneyan (resim) vedike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo pêşxistina jêhatiyên hunerî yên jinan, dest bi qeydkirina kursa wêneyan a bêpere kir.

Dîroka Dawî ya Serlêdanê 15'ê Cotmehê hat destnîşankirin. Jin dikarin serlêdana xwe bi rêya van navendan bikin: Navendên Jiyanê yên Jinan ên Quça, Koşuyolu, Lalebey, Yenîkoy, Ben û Sen û her wiha Navenda Piştgiriyê ya Dîkasum.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, bi vê kursa wêneyan re, dixwaze eleqeya beşdaran a li ser hunerê destek bike û di heman demê de jîngeheke pêwendiya civakî û çandî pêşkêş bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31