Hunermendên ku beşdarî 2. Hewldana Kedê û Festîvala Çandê ya Jinan a li Kayapinarê bûn, serdana Dogan Hatun, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, kirin.
Hunermend Beşer Şahîn, Yasîn Boyraz û Azad Çîçek, yên ku beşdarî 2. Hewldana Kedê û Festîvala Çandê ya Jinan a Kayapinarê bûn, ku îsal cara duyemîn bi dirûşma "Bi keda xwe û çanda xwe em piştevanîyê mezin dikin" ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ve hat lidarxistin, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.
Hevşaredar Dogan Hatun, hunermend li derî pêşwazî kirin, û piştî silavdayînê, hevdîtineke kurt pêk anîn.
Di dawiya serdanê de, Hevşaredar Hatun, pirtûka bi navê “Antolojiya Dengbêjan” diyarî hunermendan kir.