Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî civîna Foruma Şaredaran a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê bû û diyar kir ku wan wekheviya zayendî xistiye pratîkê û pergala hevşaredartiyê rêveberiya herêmî veguhertiye.
Civîna 5emîn a Foruma Şaredaran a Neteweyên Yekbûyî li Palais des Nations a Cenevreyê dest pê kir. Di civînê de ku dê heta 7'ê Cotmehê berdewam bike, mijarên wekî "Jiyan û Refaha Tendurist," "Wekheviya Zayendî," "Karê Hêja û Pêşketina Aborî," "Mekanîzmayên Fînansmana Avhewayê," û "Lêkolînên Herêmî yên Dilxwaz û Pirsgirêkên Xanî" tên gotûbêjkirin.
Di forumê de ku rola krîtîk a bajaran û aktorên herêmî di avakirina pêşerojeke domdar de tê tekezkirin, ji çar aliyên cîhanê şaredar û herwiha Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdar bûn.
Hevşaredar Bucak pêşkêşî kir
Hevşaredar Serra Bucak di forumê de derbarê wekheviya zayendî de pêşkêşiyek kir û silav da beşdarên civînê.
Hevşaredar Bucak anî ziman ku Amed ne tenê bajarek e, lê di heman demê de dilê Mezopotamyayê ye û da zanîn ku bajêr her tim ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê rêvebirin, ku qîmetê dide wekheviya zayendî û demokrasiyê.
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku wan wekheviya zayendî xistiye pratîkê û pergala hevşaredartiyê rêveberiya xwecihî veguhertiye.