Print this page

Hevşaredar Hatun tevlî bidawîhatina Şahiya Erxenî bû

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, tevlî çalakiya dawî ya "2yemîn Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê" ku ji aliyê Şaredariya Erxenîyê ve hatibû lidarxistin, bû û got ku ew ê çand û hunera Kurdî bidomînin.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, beşdarî bernameya dawîn a 2yemîn Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê ku ji aliyê Şaredariya Erxenî ve hatibû organîzekirin, bû. Di fînala festîvalê de hunermend Xecê û Xêro Abbas derketin ser dikê û kêliyên coşdar dan jiyîn.

Di destpêka bernameyê de, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û hevşaredarên navçeyan hatin ser dikê û silav li welatiyên ku beşdarî şahiyê bûbûn kirin.

Hevşaredar Hatun di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser coşa gel û ev gotin bi kar anîn: "Gelê me yê bi rûmet, gelê me yê hêja, dayikên me, hûn bi xêr hatin. Tîlîliyên ciwanan pir xweş tên. Em ê Kurdî, çand û hunera Kurdî bidomînin û bidin jiyîn."

Piştî silavkirina hevşaredaran, hunermend Xecê û Xêro Abbas derketin ser dikê. Welatiyan bi dengê awazên ku hatin gotin, govend girtin.

 

Image Gallery