Print this page

Hevşaredar Bucak: Em li ser xaniyên civakî û veguhertina li cih xebatan dikin

Serra Bucak, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku di Foruma Şaredaran a Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî, diyar kir ku wekî şaredarî, di plansaziyên xwe yên 2026-2027an de li ser xaniyên civakî  û veguhertina li cih (transformasyona li cih, ji nû ve avakirina li heman cihî) xebatan dikin.

Hevşaredar Serra Bucak, di roja dawî ya Foruma Şaredaran a NY’yê ya li Cenevreyê de, beşdarî rûniştinên bi sernavên “Pirsgirêka Stargehê”, “Perspektîfên Civaka Sivîl”, “Nirxandinên Dilxwazî yên Herêmî û Bine-Neteweyî”, û “Sarkirin û Avakirin ji bo Berxwedana Bajarî” bû.

Hevşaredar Bucak bal kişand ser pirsgirêka stargehê

Hevşaredar Bucak, ku di rûniştina bi sernavê “Pirsgirêka Stargehê” de axivî, bal kişand ser zêdebûna hewcedariya xaniyên civakî li Amedê, kûrkirina krîza stargehê, û çareseriyên ku piştî erdhejê hê bêtir bilez bûne.

'Em dixwazin veguhertina bajarî mimkûn bikin'

Hevşaredar Bucak bal kişand ser pirsgirêka stargehê ya welatiyên xwedî dahata kêm û jinên berdayî yên li hin taxan dijîn, û wiha axivî:

“Ji ber vê yekê, em jî wekî rêveberiyên herêmî û Şaredariya Bajarê Mezin, di plansaziyên xwe yên 2026-2027an de li Amedê li ser xaniyên civakî û veguhertina li cih xebatan dikin. Mixabin, eraziyên şaredariyê pir kêm in, lê em dixwazin bi eraziyên xwe yên heyî qadên xaniyên rezerv biafirînin û veguhertina bajarî mimkûn bikin. Taxên me yên pir kevn hene, em dixwazin bi hilberîna xaniyên nû, malên ku bigihêjin beşên civakê yên xizan û di warê bihayê de jî ji wan re guncav bin, ava bikin.

Bê guman, pêşniyarek min a wiha heye. Dê baş be ku Yekîtiya Ewropayê û saziyên bi vî rengî rasterast di van mijaran de hevkariyê, mentoriya, û piştevaniya darayî bidin, an jî çavkaniyên darayî nîşanî rêveberiyên herêmî bidin. Ji ber ku li her welatekî, rêveberiya navendî û rêveberiya herêmî nikarin bi awayekî hevahengî bixebitin. Dibe ku polîtîkayên navendî û polîtîkayên rêveberiya herêmî ne li hev bin, û li welatê me jî pirsgirêkên wiha yên binyadî hene. Pirsgirêka stargehê heye, mixabin xanî biha ne û ne gengaz e ku meriv xwe bigihîne wan. Di bajarê me de xizaniyeke cidî heye û em dizanin ku hejmara mirovên bêmal jî her diçe zêde dibe. Ez difikirim ku pêşxistina mekanîzmayên ku fon û hevkariyên rasterast, bêyî navbeynkar, ango bêyî garantoriya hikûmetek navendî, bidin rêveberiyên herêmî, dê li welatên mîna yên me, rêveberiyên herêmî rehet bike.”

'Forumê fersendeke girîng pêşkêş kir'

Hevşaredar Bucak her wiha destnîşan kir ku forum, ji bo pêşxistina têkiliyên bi şaredarên ji welatên cuda re û zêdekirina dîtbariya navneteweyî ya Amedê, fersedeke girîng pêşkêş kiriye.

 

Image Gallery