Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ewlehiya rê û trafîkê zêde bike, li ser mîkserên betonê kontrol pêk anî.
Tîmên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê û Serokatiya Daîreya Zabitayan li ser mikserên betonê yên santralên betonê yên amade kontrol kirin. Tîman ji bo rê xisar nebînin û pêşî li beton rijandinên muhtemel ên ku dikarin ewlehiya trafîkê têxin xeterê bê girtin, kontrol kirin û rayedarên santralên betonê yên amade agahdar kirin ku divê li ser olikên (cor) wesayîtên mikserê branda plastîk û li ser mikseran jî sîstema qapaxê (pergala girtinê) hebe.
‘Me hişyariyên pêwîst kirin’
Rêveberê Şaxa Parastina Jîngehê û Kolandinê yê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê Remzi Erol, derbarê xebatên hatine kirin de agahî da û destnîşan kir ku wan ji bo pêşî li rijandina betonê bê girtin dema ku mikserên betonê li roniyên trafîkê disekinin, hişyarî dane fîrmayan ku qapaxan li mikseran deynin. Erol got, “Me kontrola mikserên betonê yên li santralên betonê yên di nav sînorên parêzgeha me de ne, pêk anî. Ev mikserên betonê dema di rê de derbas dibûn, bi taybetî li herêmên ronahiyê disekinîn, beton dirijandin. Ji bo em pêşî li van bigirin, me hişyariyên pêwîst kirin ku branda an jî sîstema qapaxê çêbikin.”
‘Em ê kontrolan bidomînin’
Erol anî ziman ku kontrolan bi tîmên girêdayî Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê û Serokatiya Daîreya Zabitayê re hevpar dikin û wiha got: “Me ji bo li ser mikseran qapax bên danîn, kontroleke giştî pêk anî. Ev mikserên betonê di trafîkê de dikarin zirarên cidî bidin. Ji bo em pêşî li van zirar an bigirin, em ê kontrolên xwe bidomînin.”