Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî bernameya Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetelli Ersoz bû ku hat lidarxistin.
Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetelli Ersoz ên ku ji aliyê Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve hatin organîzekirin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bi merasîmekê gihîştin xwediyên xwe.
Tevlî merasîma xelatdayînê, ji bilî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevkên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, hevşaredarên navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnamevanan jî beşdar bûn.
Piştî axaftinên di bernameyê de, di beşên cuda de xelat ji rojnamevanan re hatin dayîn.
Hevberdevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan, Xelata Taybet a Jûriyê ya Beşa Wêne pêşkêşî rojnameger Sonay Odungit kir. Ceylan silav da beşdaran û bal kişand ser girîngiya rastiyê di rojnamevaniyê de.