Pêngava hevkariyê di navbera Şaredariya Amedê û Pira Dostaniyê ya Amed-Zûrîxê de

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi delegeyên Pira Dostaniyê ya Amed-Zûrîxê re civiya û projeya Parka Ekolojîk a ku tê plankirin ku were çêkirin, da nasandin.

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, ku ji bo civîna Forûma Şaredaran a Neteweyên Yekbûyî li Swîsreyê bû, bi delegeyên Pira Dostaniyê ya Amed-Zûrîxê re hevdîtin pêk anî.

Hevşaredar Bucak projeya danasîna parkê pêşkêş kir

Di hevdîtinê de, Hevşaredar Bucak projeya Parka Ekolojîk a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve tê plankirin ku were pêkanîn, da nasandin. Hevşaredar Bucak ji bo projeyê pêşniyara hevkariyê pêşkêşî Parlamentoya Bajarê Zûrîxê kir.

‘Pirên ku tên damezrandin zêde dibin’

Hevşaredar Bucak anî ziman ku ji bo bajarekî li gorî xwezayê, beşdarî û domdar, pirên ku tên damezrandin zêde dibin û got, "Ev dostanîya ku ji Amedê dirêjî Zûrîxê dibe, dê bibe mizgîniya paşerojeke şîn û geş."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31