Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Meha Hişyariyê ya Penceşêra Singê de, li Taxa Çemê Elikê ya Licê gerandina tenduristiyê pêk anî û li ser mijarên têkoşîna li dijî penceşêrê û şîdetê agahdarî da.
Bi hevkariya Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê û Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, di çarçoveya "Meha Hişyariyê ya Penceşêra Singê" de li Taxa Çemê Elikê ya navçeya Licê ji bo jinan çalakiyek hat lidarxistin.
Di çarçoveya bernameyê de, ji aliyê tîmên tenduristiyê ve şekir, tansiyon, bejn û giraniya jinan hat pîvandin. Pêşkêşiyên agahdarkirinê yên li ser penceşêrên singê û devê malzarokê bi zimanê Kurdî û Tirkî hatin kirin. Hat destnîşankirin ku teşhîsa zû jiyanê xilas dike, û ji jinên ku xwestin li cihê xwe muayeneya singê hat kirin û piştgiriyeke pratîk hat dayîn. Tîman di çalakiyê de kîtên hijyenê yên ku jin dikarin di jiyana xwe ya rojane de bi kar bînin belav kirin.
Xeta Alo Şîdetê
Li gel gerandina penceşêrê, li ser Xeta Alo Şîdetê ya ku ji jinên rastî şîdetê tên an jî xwe di bin xeterê de hîs dikin 7 roj 24 saetan piştgiriyê dide wan, agahdarî hat dayîn û broşûr hatin belavkirin. Her wiha li ser mafên jinan û mekanîzmayên piştgiriyê yên ku dikarin serî lê bidin jî agahî hat dayîn.
Çalakî dê li herêmên cûda bidomin
Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê û Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, di meha cotmehê de armanc dikin ku li herêmên cûda bi çalakiyên mîna van ji jinan re hişyariyê li ser girîngiya gerandina tenduristiyê ya birêkûpêk û teşhîsa zû peyda bikin.