Print this page

Li kursa E-KPSS ya belaş ji bo astengdaran perwerdeyê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo astengdarên mezûnên dibistana navîn, pêş-lîsans û lîsansê ku dê bikevin Ezmûna Hilbijartina Karmendên Giştî yên Astengdar (E-KPSS), perwerdeya kursên belaş ên ku vekiribû da destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran, ku ji bo astengdar di her qada jiyanê de roleke çalak bigirin xebatên xwe didomîne, ji bo welatiyên ku dê amadekariyê ji bo E-KPSS bikin, kursa E-KPSS vekir. Kursa Amadekariyê ya E-KPSS ya ku dê astengdarên mezûnên dibistana navîn, pêş-lîsans û lîsansê belaş jê sûd werbigirin, dê 6 mehan bidome.

Di polê de ku li Qada Jiyanê ya Hevpar a Sumerparkê hat vekirin, ji xwendekaran re şiyanên giştî, çanda giştî, ezmûnên ceribandinê, rêberî û piştgiriya motîvasyonê tê dayîn. Di kursê de, ku 164 astengdaran qeyd kirine û sûd wergirtine, ji xwendekaran re pirtûka vegotina babetan û bankaya pirsan jî tê dayîn.

‘164 welatiyên astengdar serî li kursê dan’

Emin Baran, Midûrê Şaxa Astengdaran ê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran, derbarê xebatê de axivî û got ku dê kurs her rojên hefteyê bidome. Baran anî ziman ku kurs dê 6 mehan bidome û wiha got:

“Wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, me Kursa E-KPSS vekir da ku gihandina mafên îstîhdamê yên welatiyên astengdar hêsantir bikin û piştgirî bidin wan. Kursa me bi mamosteyên ku ji aliyê şaredariya me û personelên perwerdeya gel ve hatine wezîfedar kirin, her rojên hefteyê didome. 164 welatiyên astengdar serî li kursa me ya ku dê 6 mehan bidome, dan. Kursa me ji bo 4 komên astengdariyê di 3 beşan de hate vekirin. Kursa me ya ku ji bo mezûnên dibistana navîn, pêş-lîsans û lîsansê hatiye vekirin, dê heta meha Nîsanê berdewam bike.”

Baran anî ziman ku di çarçoveya kursê de pirtûka bankaya pirsan û seta vegotina babetan diyarî hemû xwendekaran kirine û got, dê di pêvajoyê de piştgiriya materyalên ceribandinê û yên wekî wan bidomînin.

Kursiyeran memnûniyeta xwe anîn ziman

Kursiyer Elîf Bogatekin, anî ziman ku ew ji ber xizmeta kursê memnûn e û got: “Min dest bi kursê kir û min dest bi sûdwergirtinê kir. Ez ji ber vê xizmeta şaredariya me spasiya wan dikim.”

Kursiyer Velat Bozkuş jî bal kişand ku Şaredariya Bajarê Mezin ji bo astengdaran xebatên bikêr tîne û got: “Ez ji ber xizmeta şaredariyê li ser navê xwe û hevalên xwe spasiya wan dikim. Em hevalên ku îdealîstên paşerojê ne, bi rastî ji vê xizmetê pir memnûn in.”

 

Image Gallery