Print this page

Li Bulvara Selahedîn Eyyûbî asfalt temam bû

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên nûkirinê de, asfaltkirinê li Bulvara Selahedîn Eyyûbî temam kir.

Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binsazî û Çêkirina Rêyan, xebatên çêkirin, parastin, temîrkirin û başkirina rêyan ên ku li navenda bajêr dimeşîne, didomîne. Beşek mezin ji xebatên nûkirinê yên ku li Bulvara Selahedîn Eyyûbî ya bi qasî 1.2 kîlometre dirêj 3 meh in tê meşandin, hat temamkirin. Bulvar bi temamkirina rijandina rêçala germ hate nûkirin.

Tesîseke veguhestinê ya modern

Bulvar niha bûye tesîseke veguhestinê ya modern ku 50 metre fireh e, 3 şerîtên wê yên çûn û hatinê hene, di her du aliyan de şerîta ewlehiyê û rêya bîsîkletê hene. Di çarçoveya projeyê de; 10 hezar û 700 ton bingeha bîtûmî û 7 hezar û 500 ton tebeqeya bînder hatin danîn. Bulvar, ku beşeke mezin ji xebatên binesazî û serbînayî di pêvajoya xebatê ya nêzîkî 3 mehan de hat temamkirin, dê piştî sazkirina sîstema sînyalîzasyonê ji trafîkê re bê vekirin.

Xebatên peyarêk û rêkûpêkkirina derdorê

Tîm dê li seranserê bulvarê 15 hezar û 500 metrekare peyarêka kevirê bazaltê yê sirûştî çêkin, 86 stûnên ronahiyê yên dekoatîf saz bikin û 360 dar û nebatên nû biçînin. Bulvara Selahedîn Eyyûbî, ku herikîna trafîkê rehettir dike, dê dema rêkûpêkkirina derdorê temam bibe, bibe xwediyê dîmenek estetîk.

‘Em dîmeneke nû didin bulvarê’

Yusif Taniş, Midûrê Şaxa Rêyên Bajarî û Gundî, derbarê xebatên hatine kirin de agahî da û anî ziman ku berî 3 mehan wan dest bi xebatên li Bulvara Selahedîn Eyyûbî ya bi dirêjahiya 1.2 kîlometreyan kirine û got:

“Bulvar xera bûbû û ji aliyê trafîkê ve pirsgirêkên wê hebûn. Peyarêk nedihate bikaranîn. Me ji bo ku van rêkûpêk bikin dest bi xebatê kir. Li vir me rêçal temam kir û em ê wê ji trafîkê re vekin. Em dîmeneke nû didin vê bulvarê. Em peyarêkan nû dikin, di heman demê de dê stûnên me yên ronahiyê yên dekoratîf, karên darçandinê û rêya bîsîkletê jî hebin. Firehiya rêya me dê zêde bibe. Em ê ji aliyê trafîkê ve rehetî û konforê bi dest bixin. Bi vî awayî, em ê bibin xwediyê bulvarek ku li Ameda me tê.”

Binesazî tekûztir bû

Taniş anî ziman ku bi hêztirbûna binesaziyê bulvar rewşeke ewletir û konfortir wergirtiye û got ku pirsgirêkên girtina rê yên ji ber baranê jî dê bi dawî bibin. Taniş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Derbarê binesaziyê de hin pirsgirêk hebûn, di dema xebatên kolandinê de me hemû binesazî û derbasgehên ava baranê nû kirin. Êdî em ê rastî pirsgirêkeke wiha neyên.”

‘Li Kayapinarê dest bi xebatan hat kirin’

Taniş, bi bîr xist ku xebatên rêçalkirinê li navçeyên Rezan û Yenîşar temam bûne û got ku wan dest bi xebatên li navçeya Peyasê kirine.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê li seranserê bajêr bi armanca “Rêyên konforî, veguhestina ewle” xebatên nûkirin, parastin û rêkûpêkkirina rêyan bidomîne.

 

Image Gallery