Print this page

Konseya Bajêr encama kurtebirîya xebata sporê aşkere kir

Meclisa Sporê ya Konseya Bajêr a Amedê, kurtebirîya encamên xebata sporê ya ku ji bo tespîtkirina pirsgirêkên sporê li bajêr û pêşxistina çareseriyan hatibû lidarxistin, ji raya giştî re ragihand.

Meclisa Sporê ya Konseya Bajêr, ji bo piştgirîkirina pêşketina sporê û zêdekirina hevkariyê, di 2’yê Cotmehê de Xebata Sporê li dar xistibû. Daxuyanî li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat dayîn û tê de Sekretera Giştî ya Konseya Bajêr Selvi Tunç, û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn. Berdevkê Meclisa Sporê Cemal Dogrul, daxuyanî xwend.

Tespîtên serekî û kêmasî

Di kurtebirîya encaman de hat destnîşankirin ku hejmara werzişkar û rahêneran li gorî rêjeya nifûsa bajêr gelekî kêm e. Wekî pirsgirêkên sereke, ev xal hatin tespîtkirin:

•Kêmasîya binesaziyê 

•Nebûna tesîs û zehmetiyên gihîştinê

•Kêmbûna piştgiriya rêveberiyên herêmî (Şaredariyan)

•Nebûna koordînasyona di navbera alîgiran de

Nexşerêya Pêşketinê: Pêşniyarên çareseriyê

Di dawiya xebatê de, beşdaran ji bo paşeroja sporê li Amedê, çend pêşniyarên bingehîn pêşkêş kirin:

1.Veberhênanên Tesîsan zêde bibin: Divê veberhênanên binesazî û tesîsan bên zêdekirin; tesîsên heyî bên nûkirin û ji bo hemû komên temenî bên gihîştin.

2.Budçeyên Şaredariyan: Pêşniyar tê kirin ku budçeyên sporê yên şaredariyan bên zêdekirin û kadroyên pispor di xizmetên ciwan û sporê de bên bikaranîn.

3.Mala Amatoran: Ji bo binesaziyê, meydan (seha) û 'Mala Amatoran'  li derdora zeviya stadyûmê bi lez bên avakirin.

4.Piştgiriya Kapsayî: Divê projeyên ji bo teşwîqkirina gihîştina jinan, zarokan, astengdaran û komên dezavantaj bên piştgirîkirin.

Banga li Saziyan: Spor çareseriyeke civakî ye

Cemal Dogrul destnîşan kir ku ev xebat ji bo ji nû ve şekildana vîzyona sporê û xurtkirina hişê hevpar gaveke dîrokî ye. Dogrulî tekez kir ku spor ne tenê pêşketina takekesî ye, lê di heman demê de amûreke lihevhatina civakî, xurtkirina ciwanan û pêşketina herêmî ye.

Dogrul di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû saziyan kir: "Ev kurtebirî, ji bo hemû sazîyên giştî, rêveberiyên herêmî û alîgirên sporê nexşerêyek e. Em hêvî dikin ku nêrîn û pêşniyarên ku di xebatê de hatine gotin, bêne ber çavan û bi taybetî jî rêveberiyên herêmî beşdarî pêvajoya avakirina paşeroja sporê ya Amedê bibin."

 

Image Gallery