Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), roja Yekşemê, 12'ê Cotmehê, wê bi lîstikeke nû re derkeve pêşberî zarokan. Lîstikvan dê prîmyera lîstika zarokan a bi navê “Hişê min Tev Li Hev Bû ” pêk bînin.
DBŞT, ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de kar dike, dê bi lîstika "Hişê min Tev Li Hev Bû" ku Yasin Yurekli nivîsandiye û derhêneriya wê kiriye, derkeve ser dikê. Di lîstikê de Şahperi Alphan, Elvan Koçer, Omer Şahin, Zeycan Ateş, Rêzan Kaya û Sena Ozbey rol digirin.
Lîstik bi teknîkên akrobasî, mîma hemdem (modern), vegotina çîrokan û clown (palyaço) hatiye amadekirin û ji bo zarokên 5 salî û mezintir û her wiha ji bo temaşevanên giştî tê pêşkêşkirin.
Çîroka Lîstikê
Di çîroka lîstikê de, zarokek ku sibehê hişyar dibe û ne malbata xwe ne jî hemû mirovên li cîhanê nabîne, ji bo ku her kesî bibîne, dest bi rêwîtiyeke sirdar dike. Di vê rêwîtiyê de, zarok ji nû ve girêdana di navbera jiyan û mirov de keşf dike. Bi saya tovekî, ew çerxa jiyanê ya di xwezayê de, bi rengekî ku ne mirov-navendî ye, ji nû ve ava dike.
Prîmyera lîstikê wê roja Yekşemê, 12'ê Cotmehê, di saet 13.00'an de li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê were çêkirin. Lîstika zarokan wê her wiha di 19'ê Cotmehê de jî were lîstin.