Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li 18 tax û 4 mezreyên girêdayî navçeyên Çinar, Farqîn û Hezroyê, 18 golên avdanê ku ji bo çandinî û ajaldariyê tên bikaranîn û ji ber sedemên xwezayî xisar dîtibûn, di demeke kurt de tamîr kirin û xistin ber xizmetê.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, ji bo geşkirina çandinî û ajaldariyê û dîtina çareseriyê ji pirsgirêkên li qada çandiniyê, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, dema ku ji bo bikaranîna bi bandor a avê li seranserê bajêr projeyan çêdike, armanc ew e ku bi tamîrkirina golên xerabûyî, piştgirî bide çandinî û ajaldariyê.
Ajal jê feyde dikin
Xebatên parastin û tamîrkirinê yên ku Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî di 25’ê Tebaxê de dabû destpêkirin, temam bûn. Ev xebat li van cihan hatin kirin:
· Li Herêma Qerejdaxê ya navçeya Çinarê li 6 golên avdanê (taxên Uzêr, Melkîş, Baliyababa, Kilvan, Alabaş û Malaelîya Jêrîn).
· Li navçeya Farqînê li 7 golên avdanê (taxên Huseyna, Kinyad, Mîraliyan, Omeran, Kanîspî, Şewlêran û Cumat).
· Li navçeya Hezroyê li 4 golên avdanê (mezreyên Kanîpişkul, Hodîk, Mistefabeg û Qulaçtepe yên girêdayî Taxa Mîhranî) tên çêkirin.
Lê belê xebatên li Gola Kilvanê, ku taxên Kilvan, Kefrî, Yeşîlbag, Daxsu û Xacitan ên Çinarê jê sûd werdigirin, hêj didomin. Tê armanckirin ku xebata li Gola Kilvanê ya li Taxa Xacitanê jî di demeke kurt de bê temamkirin. Ajal gelekî zêde ji van 18 golan yên ku 18 tax û 4 mezreyan digirin nava xwe, sûd werdigirin.
‘Pirsgirêka herî mezin a herêmê av e’
Endezyarê Zîraetê Tahir Alan, ku di Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî de dixebite, derbarê xizmetên hatine kirin de agahî da û anî ziman ku wan di demeke kurt de parastin û tamîrkirina 17 golan li 3 navçeyan temam kirine û xebatên li Gola Kilvanê jî didomin. Alan bal kişand ser hejmara ajalan a li herêma Qerejdaxê ku navçeyên Çinar, Erxenî, Rezan û Çêrmûgê digire nava xwe. Alan destnîşan kir ku wan weke Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo dabînkirina ava ajalan, tamîrkirina golan û xebatên sererastkirinê yên golên heyî pêk anîne:
“Em niha li cîhê ku ajaldarî lê herî zêde tê kirin in. Herêma me ya Qerejdaxê, navçeyên Çinar, Erxanî, Rezan û Çêrmûgê digire nava xwe. Li vir bi sedhezaran ajalên piçûk û mezin tên xwedîkirin. Pirsgirêka herî mezin a vê herêmê av e. Di salên dawî de, ji ber germbûna gerdûnî, hemû çavkaniyên avê yên bin erd û ser erdê hişk dibin.”
‘Wek Şaredariya Bajarê Mezin em tişta ji destê me tê dikin’
Alan got ku tenê li Taxa Xacîtanê zêdetirî deh hezar ajala piçûk û sê hezar ajala mezin tên xwedîkirin û wiha axaftina xwe temam kir:
“Ji ber ku van ajalan di mehên havînê de av nabînin, dibin herêma Rojhilatê Anatolyayê, herêma ku em jê re dibêjin Mûş-Serhed. Ajal li ser rê dimirin. Ajalên ku li vir dimînin jî, ji ber av nabînin hem kêmbûna goşt û hem jî kêmbûna şîr rû dide. Ji bo vê yekê, em weke Şaredariya Bajarê Mezin xebatên sererastkirinê li golan dikin. Niha li Gola Xacitanê, di demsala biharê ya avdanî de bi hezaran dekar zevî tên avdan. Bi ava zêde jî 200 dekar birinc tê çandin. Her kes birincê Diyarbekirê, birincê Qerejdaxê dizane. Gundiyên me jî birincê Qerejdaxê diçînin. Em jî ji bo wan weke Şaredariya Bajarê Mezin tişta ji destê me tê dikin.”
‘Fêdeya golê ji bo me gelek e’
Muxtarê Taxa Xacitanê Ali Aker, ku 200 mal û hezar û 500 nifûsa wê heye, kêfxweşiya xwe ji xizmeta ku hatiye kirin anî ziman. Aker diyar kir ku tenê li taxa wan zêdetirî 13 hezar ajal hene û wiha got:
“Ev gol ji bo ajalên me, ji bo çandina riz û çeltûkê, ji bo avdana genim û ji bo hemû gundên derdorê fêdeyeke mezin dide. Me ji bo tamîrkirina gola xwe serî li şaredariya xwe da. Şaredariya me jî xebatên xwe dike. Ez spasiya wan dikim.”