Print this page

Perwerdeya rêveberiya afetê hate lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û AFAD (Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Bilez) bi bernameyeke hevpar, ji xebatkarên şaredariyê re perwerdeya rêveberiya afetê dan.

Naveroka perwerdeyê

Ev bernameya perwerdehiyê, bi koordînasyona Serokatiya Daîreya Karên Afetê û ji aliyê Midûriyeta Parêzgehê ya AFAD ve hate organîzekirin. Perwerdehî li Salona Civînên Meclisa Şaredariyê pêk hat û tê de serokên daîreyan, midûrên şaxan, karmendên Şaredariya Bajarê Mezin û her wiha rêveberên şaredariyên navçeyan jî amade bûn.

Di perwerdehiyê de, di çarçoveya Plana Midaxeleya Afetê ya Tirkiyeyê (TAMP) û Plana Kêmkirina Rîskê ya Parêzgehê (ÎRAP) de, li ser berpirsiyarî û wezîfeyên şaredariyan û serokatiyên daîreyan ên di rewşên afetê de, pêşkêşî hatin kirin.

Dê bername bidomin

Serokatiya Daîreya Karên Afetê ragihand ku ew ê ji bo rewşên afatên muhtemel, li ser tiştên ku divê bên kirin, bernameyên perwerdeyê bidomînin.

 

Image Gallery