Print this page

Hevşaredaran banga beşdarbûna konsera Koma Amed kir

Di civîna çapemeniyê ya der barê konsera Koma Amed a li Amedê de, Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun axivî û ev banga han kir: “Em bi hev re li Koma Amed, li stranên Kurdî, li zimanê Kurdî û li pêvajoya aştî û demokrasiyê ya ku niha tê meşandin xwedî derkevin.”

Koma Amed, piştî 30 salan ji nû ve bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Kayapinarê, dê li Amedê konserekê bide. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun û Hevşaredarên Şaredariya Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê civîneke çapemeniyê der barê konsera ku dê 25'ê Çiriya Pêşîn li Parka Newrozê pêk were, li dar xistin. Ji bilî hevşaredaran, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî beşdarî civînê bûn.

Di destpêka civînê de, 104 kesên ku di êrîşa li ser Mîtînga Ked û Demokrasiyê ya 10'ê Çiriya Pêşîn a 2015'an de li Enqereyê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.

'Dê bibe dengê baweriya bi paşeroja demokratîk'

Hunermend Sarya Ertaş, ku yek ji rahênerên Yekîneya Muzîkê ya Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin e, daxuyaniya çapemeniyê xwend û destnîşan kir ku konsera li qada Newrozê, dê bibe dengê kevneşopiya berxwedana çandî û hunerî, hêviya aştiya civakî û baweriya bi paşeroja demokratîk. Ertaş anî ziman ku Koma Amed, di heyama hebûna xwe de, tevî zext, sirgûn û qedexeyan, bûye navenda berxwedaneke hunerî ya bêhempa ku ziman, çand û nasnameya Kurdî bi muzîkê zindî hiştiye. Ertaş got, “Awazên komê, bûne parçeya herî bi qîmet a hişmendiya civakî û bîranîna çandî ya Kurdan; ji ziman bi ziman heta îro belav bûye. Ev civîna mezin, di heman demê de dê bibe ew kêlî ku hesreta 30 salî diqede û girêdanên xurt ên di navbera hunermend û guhdar de ji nû ve tên xurtkirin.”

Ertaş, wekî rêveberên herêmî, hemû welatiyên ku xwe di awazên Koma Amedê de dibînin û dilsozê aştî û demokrasiyê ne, vexwendin konserê û banga şahidîkirina vê konsera dîrokî li rêxistinên civaka sivîl, hezkiriyên hunerê û kedkarên çapemeniyê kir.

'Wateyeke sembolîk heye'

Hevşaredara Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sîncar di civînê de axivî û girîngiya konserê destnîşan kir: “Ev konsera ku me bi Şaredariya Bajarê Mezin re bi hevkarî li dar xist, di nava gelê me de heyecan û meraqeke mezin çêkir. Salên 1990'î, serdemên herî dijwar ên têkoşînê bûn. Ji wan salan heta îro, gelek hunermendên me ku bi hesreteke mezin neçar man li diyasporayê bijîn, heta yên ku li wir jiyana xwe ji dest dan, çêbûn. Em hesreta hunermendên xwe ya ji bo vê erdnîgariyê dizanin. Di serdemeke ku bangên aştî û civakeke demokratîk bilind dibin de, ji nû ve derketina Koma Amedê ya ser dikê li Amedê wateyeke sembolîk hildigire. Em şanaziyê pê dikin ku em hevparê vê yekê ne.”

'Em dengê xwe bi hev re bilind bikin'

Hevşaredarê Kayapinarê Cengîz Dundar jî diyar kir ku Koma Amed dengê berxwedan û hebûnê ye û got: “Em bi rêya Koma Amed li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Di 25'ê Çiriya Pêşîn de em li qada Newrozê dengê xwe bi hev re bilind bikin.”

Hevşaredar Hatun: Dê dîsa bibin hêvî

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, axaftina xwe bi bîranîna kesên ku di êrîşa li ser mîtînga aştiyê ya 10'ê Çiriya Pêşîn a 2015'an de li Gara Trênê ya Enqereyê jiyana xwe ji dest dan, dest pê kir û bal kişand ser wê yekê ku Koma Amed stranên xwe ji bo aştî, azadî û demokrasiyê dibêje. Hevşaredar Hatun wiha berdewam kir: “Mixabin, di 30 salên dawî de welatê wan ji wan re zêde hat dîtin, xwestin dengên wan bibirin. Neçar man ku welatê xwe terk bikin û penaberî welatên din bibin. Gelek hunermendên me iltica kirin. Em careke din kesên ku li wir jiyana xwe ji dest dan bi rêz bi bîr tînin. Koma Amed di salên 1990'î de çawa bû hêvî, 'hawar', hezkirin, berdevkê dengê me, ziman, çand û hunera me, dê dîsa wisa be. Çawa ku 30 sal in dengên wan li ti derê nehatiye birîn, îro dîsa tên welatê xwe û em jî bi hezkirineke mezin li hunermendên xwe xwedî derdikevin. Em li çanda xwe, li zimanê xwe xwedî derdikevin û ji her tiştî zêdetir, ji bo azadiya gelê xwe em li qadan li hunermendên xwe xwedî derdikevin.”

Bangeke ji Hevşaredar Hatun ji bo konserê

Hevşaredar Hatun anî ziman ku Koma Amed dengê berxwedanê ye û ev bang li gel kir: “Gelê me li kîjan welatî, li kîjan bajarî dibe bila bibe, bila were; cihê wan ser serê me ye. Werin em bi hev re li Koma Amed, li Kurdî, li zimanê Kurdî û li pêvajoya aştî û demokrasiyê ya ku niha tê meşandin xwedî derkevin.”

 

Image Gallery